Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk hat avakirin

Di kongreya 1ˋemîn a Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk de hevseroketiya tevgerê hat hilbijartin û encamname hat diyarkirin.

31 cotmeh, 2024   21:28
HESEKÊ

Vê sibehê Kongreya 1ˋemîn a Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk bi dirûşma "Bi ruh û rêxistinkirina ciwanên Ermen em ê faşîzmê têk bibin û civaka exlaqî ya siyasî ava bikin" li xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Di kongreyê de 300 endamên tevgerê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan, beşdar bûn.

Di kongreyê de şêwirmendê giştî yê Meclisa Civakî ya Ermenî Îmad Teteryan destnîşan kir ku ciwanên Ermen di tevahî aliyên jiyanê de xwe bi rêxistin dikin û got: "Yek ji xalên sereke yên rêziknameyê xurtkirina felsefeya neteweya demokratîk e, ji ber ku rola pêşeng died jinan ku têkoşînê li dijî dagirkeriyê bimeşînin."

Teteryan diyar kir ku ciwanên Ermen dê tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bibin da ku sembola biratiya gelan temam bibe.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo lidarxistina kongreyê pîroz kir û got tevgera azadiya Kurdistanê ji komeke xwendekarên çepgir bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û niha bi mîlyonan e.

Gulo wiha domand: "Li gorî nasname û têkoşîna dîrokî em di ciwanên Ermen de îradeya serkeftin û lehengiyê dibînin. Ji bo xizmetkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya wan pêşerojeke ronahî heye."

Hevserokê Meclisa Ciwanan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Nasir Nasro diyar kir ku erkê avakirina civakê li ser milê ciwanan e, ji ber ku ew beşa çalak a civakê ne.

Piştre sînevîzyonek li ser rêxistinkirina Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk di salên dawîn de hat pêşandan. Pişît nîqaşkirina bendên reşnivîsa rêziknameyê, rêzikname hat erêkirin.

Dûre hevserokên tevgerê hatin hilbijartin; Losnak Kaforyan û Esdor Hagopyan bûn hevserok.

Di dawiya kongreyê de encamname hat dayîn û wiha ye:

Ji bo avakirina Meclisa Leşkerî ya Ermenî û tevlêbûna wê alîkariya aktîv were dayîn.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistinên ciwanên partiyan û hwd re şahî werin lidarxistin.

Bi awayekî tev li ciwanên şoreşger ên Sûriyeyê bibin.

Xebitîna çalak di Meclisa Ciwanan a MSDˋê de.

Nivîsgehên ciwanên Ermen li bajar û bajarokan werin vekirin.

Aktîvkirina rola ciwanan û bikaranîna enerjiyên wan di çalakiyên cihêreng de weke çandê bi tevahî şêweyên wê, leşkerî û siyasî.

Xebitîna li ser aktîvkirina çarçoveyên têkiliyan bi rêxistin û yekitiyên ciwanan li Rojhilata Navîn û qadên cîhanê.

Pêşxistina jinên ciwan û behreyên wan di hemû qadên sivîl û leşkerî û Mala Çanda Ermenî de.

Rêxistinkirina lêkolînên ciwanan û lidarxistina atolyeyên siyasî û çandî.

(mh/fr)

ANHA