Li Derayê mayînek teqiya: 2 kes hatin kuştin

Di encama teqîna mayînekê li deşta gundewarên Derayê de 2 kes hatin kuştin.

Li Derayê mayînek teqiya: 2 kes hatin kuştin
31 cotmeh, 2024   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama teqîna mayîneke ji bermahiyên şer li bajarê Dail ê Derayê de 2 kesên ku temenên wan 20 salî ne hatin kuştin.

Ji ber paşguhkirina aliyên têkildar ên hêzên Şamê ji rakirina mayînan re bermahiyên şer li ser jiyana welatiyên li herêmên cuda yên di bin serweriya hêzên Şamê de rûbirûyî xeteriyê ne.

(fr)