Li Humsê agir bi zeviyên zeytûnan ket

Ji ber şewata ku bi zeviyên zeytûnan ên gundewarê Humsê ketiye, ji sedî 75 ji berhema zeytûnan nehat berhevkirin. Di encama şewatê de zirareke mezin gihîşt zeviyan û bi sedan donim şewitîn.

Li Humsê agir bi zeviyên zeytûnan ket
31 cotmeh, 2024   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji beriya 2 rojan li gundên Wadî El Nedara yên gundewarê Humsê agir bi darên zeytûnê ket, di encamê de ji sedî 75 zirar bi cotkaran bû û nikarîn berhema xwe berhev bikira.

Girêdayî wê, gerînendeyê çandiniyê yê Himsê yê girêdayî hikumeta Şamê Ebdulhadî Derwîş ji rojmameyeke nêzîkî hikumeta Şamê re ragihand ku şewat li zeviyên Wadî El Nedara, di navbera gundê Hebenmera û Mermerîta de çêbû û got' "Rûbera şewitiye û zirarê madî tê jimartin."

Têkildarî wê, şaredarê bajarokê Hebenmera Nîzar Şebşûl da zanîn ku li gundên Hebenmera, Tenûrên, Mermerîta û Eyn El Bardê û gundên Zaferanê û Qelet Nemra yên gundewarê Tertûsê ji ber şewata 2 rojan ji sedî 90 ji zeviyên şewitî zeviyên zeytûnan in û ji sedî 10 jî darên din in.

Şebşûl diyar kir ku zirarekî mezin gihîşt şêniyan wan gundan nexasim ku ew debara xwe bi berhema zeytûnan dikin.

Şaredarê El Meranê Mihemed Hemadî jî diyar kir ku li gundê Bihor nêzî hezar 700 donim şewitî, ji wan hezar donim zeytûn in.

Şaredarê Qurb Elî, Nasir Hesen da zanîn ku li bajarok nêzî 40 donim zeviyên çandiniyê şewitîn.

(mh)