Tevgera Azadî li dijî biryara qedexekirinê ketiye nava tevgerê

Şandeyên Tevgera Azadî li Ewropayê li dijî biryara girtina partiya xwe, daxwaznameyek nerazîbûnê radestî balyozxaneyên Iraqê yên li Swêd, Norveç, Belçîka û Îngilistanê kirin.

Tevgera Azadî li dijî biryara qedexekirinê ketiye nava tevgerê
31 tebax, 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê 6’ê Tebaxa 2024’an biryara girtinê der barê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê de da. Nerazîbûnên li dijî biryarê berdewam dikin.

Hewldanên Tevgera Azadî yên li ser asta navneteweyî ya li dijî biryarê dewam dikin. Divê çarçoveyê de şandeyên Tevgera Azadî dijî biryarê, daxwaznameyek nerazîbûnê radestî balyozxaneyên Iraqê yên li Swêd, Norveç, Belçîka û Îngilistanê kir.

Di daxwaznameyê de biryara Komisyona Bilnd ya Hilbijartinên Iraqê hatiye şermezarkirin û hatiye gotin ku ev biryar li dijî yasayê ye.

Yek ji endamê şandeyê Umer Emîn der barê mijarê de ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got: “Wê hewldanên me li welatên din jî dewam bikin, em ê serdana balyozxaneyên Iraqê bikin û nerazîbûna xwe ya dijî biryara qedexekirina Tevgera Azadî ragihînin.”