Logoya nû ya Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê hat pejirandin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civînê de logoyeke nû ji bo meclisê hat diyarkirin.

31 tebax, 2024   16:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê civîna xwe ya asayî ya 11’an li dar xist. Civîn bi beşdariya rêveber û endamên Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber û Desteya Serokatiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê pêk hat. 

Di civînê de rojevên civîna borî û rojevên civîna îro bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hatin xwendin.

Di civînê de endamtiya Îlham Omer ji bo Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Cizîrê hat pejirandin. Ji bo dagirtina cihên vala jî tevlêbûna Hediya Elî û Werda Hena ji bo Dîwana Meclisê hat qebûlkirin.

Di civînê de, li gorî Hevpeymana Civakî ya Nû jî logoya nû ya Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê hat nîşandan û dengdan çêbû. Logoya nû bi erêkirina piraniya endaman hat pejirandin.

Di civînê de rewşa perwerdeyê, amadekariyên desteyên perwerde û fêrkirinê yên ji bo sala nû, her wiha rapora Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya têkildarî amadekariyên sala nû, astengiyên li pêşiya xebatê û rêbazên çareseriyê hatin xwendin.

ANHA