TEV-DEMˊê sersaxî da malbata Beşîr Êzidî

TEV-DEMˊê bi peyamekê sersaxî da malbata kesayeta neteweyî Beşîr Êzidî.

TEV-DEMˊê sersaxî da malbata Beşîr Êzidî
24 nîsan, 2024   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê sersaxî da malbata Beşîr Êzidî.

Di peyamê de hat gotin duh civaka Kurd û êzidî li Rojava û Ewropa kesayeta neteweyî Beşîr Êzidî (Ebû Qehreman) winda kir.

Di peyamê de hat diyarkirin ku Beşîr Êzidî di nava pêkhateyan de xwedî roleke civakî û siyasî bû û bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana tevgera azadiya Kurdistanê bandor bû.

Her wiha hate gotin ji ber astengiyên ewlehî yên rejîma Sûriyeyê Ebû Qehreman ji welat derket û çû Ewropa.

(fr)

ANHA