Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek ji partiyên siyasî re li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji partiyên siyasî yên li Qamişloyê re civînek li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî ya li herêmê û Sûriyeyê hat nîqaşkirin.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek ji partiyên siyasî re li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek ji partiyên siyasî re li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek ji partiyên siyasî re li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek ji partiyên siyasî re li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek ji partiyên siyasî re li dar xist
24 nîsan, 2024   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Qamişloyê bi partiyên siyasî re civînek li dar xist û di civînê de encamên serdanên meclisê, rewşa siyasî ya li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Di civînê de nêzî 20 partiyan beşdar bûn. 

Hevseroka Daîreya Têkiliyan Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed civîn bi rê ve bir. Di civînê de gelek bend hatin nîqaşkirin; rewşa siyasî ya li herêmê, gefên li ser herêmê, rola partiyên siyasî di yekkirina sûriyeyiyan de da ku çareyeke adil û giştî ji bo krîza Sûriyeyê bê pêkanîn.

Her wiha di civînê de hat diyarkirin ku 1ˊemîn kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê di dawiya vê mehê de tê lidarxistin. Armanca lidarxistina kongreyê jî bibe sîwana tevahî jinên Sûriyeyê.

Di dawiya civînê de li ser forma xebatê ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi partiyên siyasî re dicivîne hat nîqaşkirin.

(fr)