Çalakiyên şermezarkirina êrişên dagirkeriyê dewam dikin

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên cuda de êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kir ku gerîla li çiyayên Kurdistanê destanên leheniyê dinivîsin.

24 nîsan, 2024   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDKˊê di 16ˊê Nîsanê de dest bi êrişeke dijwar li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye, li hember wan êrişan bertekên gel û bangên têkbirina wan êrişan zêde dibin.

HESEKÊ

Di vê çarçoveyê de xelkê navçeya Şedadê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek li dar xist. Meş ji pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û ber bi Parka Rêber Abdullah Ocalan ve kete rê. Li wir endama rêvebera Kongra Star a navçeya Erîşa Hena El Sehal êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga bidawîkirina van êrişên li dijî urf û qanûnên navneteweyî ne, kir.

Endamê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Uwde El Hisên axivî û got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên gerîla ku destanên leheniyê li çiyayên Kurdistanê dinivîsin, şermezar dikin."

El Hisên wiha domand: "Armanca dagirkeriyê ji van êrişan ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe û Osmaniyê vegerîne."

Meş bi diruşmên ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ û ˊBi can bi xwîn em bi te re ey şehîdˊ bi dawî bû.

REQA

Girêdayî mijarê, bi diruşma ˊDê azadî bi Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve û na ji dagirkeriyê reˊ Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser berxwedana gerîla û rola ciwanan li hember êrişan hat pêşkêşkirin. Çalakî li yarîgeha Beledî hat lidarxistin.

Çalakî bi diruşmên ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ û ˊBijî berxwedana gerîlaˊ bi dawî bû.

ŞEHBA

Partiyên siyasî yên li kantona Efrîn û Şehba li navçeya Ehdasê der barê şermezarkirina êrişan de daxuyaniyek da. Endamê Yekitiya Demokratan Welîd Dîngilî û endama Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Xemlîn Reşîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hat got rejîma Tirkiyeyê di dijminatiya dewletên cîran de bi armanca têkbirina ewlehî û îstîqrariyê de dewam dike û êrişên dawîn ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tolhildana têkçûyîna wê di hilbijartinên şaredariyan de ye û rûyê rasteqîn a PKDˊê û tevkariya wê bi dagirkeriyê re nîşan dide.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin divê li hember van êrişan were sekinandin û bang li gelê Iraqê hat kirin ku li hember PDKˊê bisekine.

(fr)

ANHA