TEV-DEM’ê di salvegera Serhildana 12`ê Adarê de banga hevgirtinê kir.

Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) 21`mîn salvegera serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin destkeftiyên 12’ê Adarê.

TEV-DEM’ê di salvegera Serhildana 12`ê Adarê de banga hevgirtinê kir.
12 adar, 2025   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro bi daxuyaniyekê serhildana 12’ê Adarê ya bi bîr anî.

Di daxwuyaniya TEV-DEM`ê de hate gotin: " 12`ê Adara 2004'an di têkoşîna gelê me de qonaxeke sereke bû û bû bingehek ji bo geşedanên siberojê. Gelê Sûriyeyê piştî serhildana Adarê, bendê tiresê şikand  û di sala 2011'an de û li dijî rejîma berê serî hilda. Her wiha ev serhildan bû bingehê destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an."

TEV-DEM`ê serhildana 12`ê Adarê û hemû şehîdên serhildanê bi bîr anîn û bang li  gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê kir ku "Li dora destkeftiyên 12`ê adarê bibin yek, jiwan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûryeya Demokratîk. Her wiha yekitiya niştimanî ya rasteqîn di navbera hemû hêzên siyasî yên Kurd û demokrat li seranserî Sûriyeyê, pêk bînin,  ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, û avakirina welatekî demokratîk, piralî, nenavendî û azad. "

(k)