MSD: Serhildana 12’ê Adarê dîwarên tirsê rakirin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD)  salvegera serhildana 12ê Adara 2004an bi bîr anî û tekez kir ku salvegera serhildanê dersên kûr di derbarê vîna guhertinê de nîşan dide.

MSD: Serhildana 12’ê Adarê dîwarên tirsê rakirin
12 adar, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD`ê bi boneya 21`mîn salvegera serhildana 12’ê Adara 2004’an, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya MSD`ê de hate gotin: "Ew serhildan qêrîneke bû li dijî neheqiyê. Serhildanê  tovên guhertinê çandin û dîwarên tirsê rakirin, û rê li ber şoreşa Sûriyeyê vekir ku di Adara 2011an de dest pê kir."

MSD`ê her wiha got ku Sûryeyê îro di qonaxeke dîrokî re derbas bike : " Sûriyeyian rûpela stemkariyê derbas kirin, piştî ku rêjîma Beis di Kanûna borî de hate ruxandin. Serdemeke û dest pê kir,  li ser bingeha dadperwerî, hevpariya niştimanî û pirrengiyê. "

MSD`ê wiha dawî li dazxuyaniya xwe anî: "Em wek MSD`ê tekez dikin ku em ji bo Sûriyeyeke piralî û demokratîk ku mafan garantî dike, dixebitin. "

(k)