Li Til Birak civîneke girseyî li dar ket

Meclisa navçeya Til Birak di civîneke girseyî de qonaxên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şîrove kirin. Beşdaran ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir.

Li Til Birak civîneke girseyî li dar ket
Li Til Birak civîneke girseyî li dar ket
Li Til Birak civîneke girseyî li dar ket
Li Til Birak civîneke girseyî li dar ket
Li Til Birak civîneke girseyî li dar ket
Li Til Birak civîneke girseyî li dar ket
7 cotmeh, 2024   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku bi boneya salvegera 26'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de tên lidarxistin, Meclisa navçeya Til Birak a kantona Cizîrê civîneke girseyî li hola meclisê ya naçeyê li dar xist. Di civînê de bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de endamê meclisê Mûsa El Mûsa li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û komploya hegemoniya kapîtalîst a li dijî wî axivî.

El Mûsa sedemên hûnandina komployê diyar kirin û got: "Dewletên ku şerê azadiyê dikin naxwazin têkoşerên ku gelan rizgar dikin hebin, ji ber wê ew li dijî wan hemû cûreyên zordestiyê yên dermirovî dide meşandin. Heman tişt li dijî Rêber Abdullah Ocalan ê ku banga rizgarkirina gelan dikir, hat meşandin."

El Mûsa destnîşan kir ku tevî komployan dîsa jî gelên herêmê destkeftiyên şoreşê parastin, ew jî bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan e.

Li dawiyê sînevîzyonek ku ji aliyê Akademiya Rêber Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî ve hatibû amadekirin, hat pêşkêşkirin. Sînevîzyon li ser qonaxên komployê û aliyên tê de beşdar bûbûn bû.

(mh)

ANHA