Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîneke taybet de damezrandina Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand.

7 cotmeh, 2024   21:02
HESEKÊ

Di civînê de nûnerên ji nivîsgehên desteyên aborî, çandinî û avdanê, yekitiyên kooperatîfan, laboratuwara giştî, rêveberiya kargehên berhemdan, Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê beşdar bûn. Civîn li avahiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Hesekê hat organîzekirin.

Li gorî madeya 105ʹan a Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha li gorî pergala Konfedraliya Demokratîk meclis hat avakirin.

Armanca vê gavê ew e ku bingeh bên dayîn, perspektîvên giştî yên piştgiriya geşepêdana aboriya herêmê werin kirin, li ser pêkanîna geşepêdana mayînde xebat were kirin, aboriyên civakê werin xurtkirin, da ku hevsengiyeke giştî were misogerkirin.

Beşdarên civînê, piştî nîqaşên li ser rêziknameyê, guhartina hin bendan û zêdekirina hinan, li ser bendên rêziknameyê erê kir.

Di dawiya civînê de beşdaran Leyla Saroxan weke hevseroka Desteya Çandinî û Avdanê, Sebrî Mihemed wek hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hilbijartin.

Li gorî nûçegihana malpera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Medya Ehmed dê tevahî nivîsgeh û saziyên desteyên aborî û çandiniyê bikevin bin banê Meclisa Aborî û Çandiniyê.

(fr)

ANHA