Tîma Zemalik bû şempiyona turnuvaya Reqayê

Di Turnuvaya 2'yemîn a kantona Reqayê ya Futbolê de tîma Zemalik li hemberî tîma Bewasil bi ser ket û bû şampiyon.

Tîma Zemalik bû şempiyona turnuvaya Reqayê
Tîma Zemalik bû şempiyona turnuvaya Reqayê
Tîma Zemalik bû şempiyona turnuvaya Reqayê
Tîma Zemalik bû şempiyona turnuvaya Reqayê
Tîma Zemalik bû şempiyona turnuvaya Reqayê
Tîma Zemalik bû şempiyona turnuvaya Reqayê
Tîma Zemalik bû şempiyona turnuvaya Reqayê
Tîma Zemalik bû şempiyona turnuvaya Reqayê
7 cotmeh, 2024   21:37
REQA

Maça dawîn a Turnuvaya kantona Reqayê ya Futbolê li yarîgeha Beledî ya bajarê Reqayê bi rê ve çû. Di turnuvayê de tîma Zemalik û tîma Bewasil bi hev re lîstin.

Turnuva di 3'ê Cotmehê de bi beşdariya 32 tîmên seranserî kantonê dest pê kir.

Maç bi coş û heyecaneke mezin ji aliyê temaşevan û lîstikvanan ve bi rê ve çû, her du tîman fersendên baş ji dest dan û bê golan bi dawî bû û derbasî penaltiyan bû. Di penaltiyan de tîma Zemalik li hember tîma Bewasil bi (7-6) bi ser ket.

Piştî maçê tîmên gihîştî hatin xelatkirin. Her wiha Yekitiya Werzîşê ya kantonê tîma Zemalik bi kûpayê xelat kir û lîstikvan bi alîgiran re ev şahî pîroz kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tîma Bewasil di turnuvaya 1'emîn a sala borî de bû şampiyon.

(mh)

ANHA