Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên qurbaniyên qezayê re xwest

Rêveberiya Xweser der barê qezaya li ser rêya Şedadê – Hesekê de peyama sersaxiyê weşand û daxuyand ku di qezayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên qurbaniyên qezayê re xwest
2 îlon, 2025   20:08
NAVEDAN NÛÇEYAN

Îro li ser rêya Şedaê - Hesekê tankereke sotemeniyê û erebeyeke rêwitiyan li hev qelibîn. Di encamê de qurbanî çêbûn. 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de peyama sersaxiyê weşand.

Peyama Rêveberiya Xweser wiha ye:

Bi xemgîniyekê me agahiya qezaya bi êş bihîst ku li ser rêya Şedadê – Hesekê yên kantona Cizîrê çêbû. Di encama qezayê de zarok jî di nav de  13 şêniyên herêmê jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Ji ber van qurbaniyan em xemgîn in. Em sersaxî, sebir û aramiyê ji malbat û xizmên qurbaniyan re dixwazin. Ji giyanên şehîdan re jî dilovanî û aştiyê dixwazin.

 Ev êş ya me hemûyan e,  ku erka me ya xurtkirina ewlehiya giştî, parastina jiyana welatiyên me û xebata ji bo pêşîgirtina li dubarekirina karesatên bi vî rengî tîne bîra me."

 (ac/bb)