Teqînên li Lubnanê û hikumeta nû ya Urdunê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da teqandina cîhazên banglêkirinê û bêtêlan ên endamên Hizbullaha Lubnanê û aqûbeta Urdunê piştî avakirina hikumeta nû.

Teqînên li Lubnanê û hikumeta nû ya Urdunê rojevên rojnameyên erebî ne
19 îlon, 2024   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî teqandina cîhazên banglêkirinê û bêtêlan ên Hizbullaha Lubnanê gotarek bi sernavê "Dibe ku cîhaz lê bide, lê bersiv tune be" weşand. Rojnameyê diyar kir ku ev bûyer eniya şer ji Xezayê veguherandiye Lubnanê anku "bakur" wekî ku Îsraîlê bi nav dike.

Li gorî rojnameyê, Hizbullah beriya teqandina cîhazên peywendiyan ên bêtêl, texmîn dikir ku wê bersiva kuştina fermandar Fûad Şukir daye û mijar bi dawî bûye, “lê ya ku rû daye, ragihandina şerekî ye ku bi sernav û navaroka xwe ji şerê ji salekê ve cudatir e ku li herêmê rû dide û tevahiya cîhanê seferber kiriye.”

Rojnameyê bi domdarî diyar kir ku "Hizbullah nikare asta vê derbeyê û dengvedana wê bêyî bersivdayîn tehemul bike, nemaze ku di nava 2 salan de hejmarek ji fermandarên xwe ji dest dane, bi deh hezaran kes ji hundirê wê ve hatine koçberkirin, malên wan hatin wêrankirin, erdên wan hatin şewitandin û debarên wan ji dest hatine dayîn.”

Di rojnameyê de hate gotin “Hizbullah dê bê deng nemîne. Lê vê carê jî navbeynkar nikarin hêvî bikin. Dibe ku vê carê cîhaza banglêkirinê lê bide, lê bersiv neyê dayîn.”

EL XELÎC: TEQÎNÊN LI LUBNANÊ Û XETERE

Rojnameya El Xelîc jî der barê sedemên teqînên cîhazên bêtel ên li Lubnanê de wiha nivîsî: “Sedema ku rewş bigihêje vê astê, bêxemiya hikumeta Îsraîlê, siyasetên wê yên qetilkirin û wêrankirin û belavkirina bêîstiqariyê, her wiha bêçarebûna civaka navneteweyî û durûtiya helwesta DYA’yê ya li hemberî vê krîza mezin.”

Rojnameyê geşedanên dawîn wek qonaxekê bi nav kir û wiha diyar kir: “Rewşa herêmê êdî paşguhkirin û bêxemiyê tehemul nake. Eger cidiyeta hêzên navneteweyî di rêgirtina li ber rûdaneke kambaxtir hebe, divê ji niha ve bi lez bikeve nava tevgerê, ji ber dawiya siyaseta tehlûkeyê ya ku Îsraîl dimeşîne, ne diyar e û dibe ew jî bikeve vê tehlûkeyê.

‘ENCAMÊN HILBIJARTINÊN PARLAMENTOYÊ ZORÊ DIDIN HIKUMETA NÛ YA URDUNÊ’

Rojnameya El Ereb a Londonê cih daye avakirina hikumeta nû ya Urdunê. Rojnameyê da zanîn Cafer Hesan êduh (Çarşemê) sond li pêşiya Qiral Ebdullah El Sanî xwar di avakirina hikumetê de bi taybetî di aliyê belgeyên îslah û îdarî û pêşxistina aboriyê de, tevlihevkirina wezaretên nêzî hev din de binpêkirin kir.

Hate gotin, Hesan bi zêdekirina nûnerên hikumetê xwestiye zemîneke siyasî ya eşîrî ya berfireh ava bike ku destekê bide hikumeta wî, nemaze li gel sîwana parlamentoyekê îslamîst tê bi xurtî tê de hazir e.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: “Li gorî dîplomat û rayedaran, tevî avakirina hikumeta nû ya 138 kursiyan ku piraniya wan alîgirên hikumetê ne, lê dibe ku muxalefeta bi pêşniyara Partiya Eniya Kar a Îslamê bibe astengiyeke rasteqîn li pêşiya hikumeta Hesan, nemaze di mijarên pêkanîna gelek pêşnûmeyan de.”

(bb)