Gerîlayê HPG'ê Fehmî Başkut li Sêrtê hate oxirkirin

Gerîlayê HPG'ê Botan Osyan (Fehmî Başkûrt) ê li navçeya Licê y Amedê di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Sêrtê hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Fehmî Başkut li Sêrtê hate oxirkirin
19 îlon, 2024   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayê HPG’ê Fehmî Başkurt (Botan) di 16’ê Îlonê li gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya bajarê Amedê ya bakurê Kurdstanê şehîd bû.

Malbatê, cenazeyê Başkurt ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê wergirt û bi girseyî bi rê ketin.

Di derketina navçeya Farqînê ya Amedê de konvoy hate sekinandin.

Polîsan destûrneda ku wesayîtên din derbas bibe ji ber vê wesayîtên din hatin astengkirin.

 Malbatê, canezeyê Başkurt anî gundê Serxanis ê navçeya Berwarî ya Sêrtê a bakurê Kurdstanê.