Gundên Qendîlê hatin bombebarankirin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundên Xirêyas, Gorgamêşa û Nawdeş tên Qendîlê bombebaran kirin.

Gundên Qendîlê hatin bombebarankirin
19 îlon, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Serwîn Celal dane Rojnews’ê, balafirên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundên Xirêyas, Gorgamêşa û Nawdeş tên Qendîlê bombebaran kirin.

Li gor heman agahiyan, ji ber bombebaranê ziyan gihiştiye xwezaya deverê.

Her wiha hat diyarkirin ku bi dirêjahiya şevê balafirên şer û keşfê li ser asîmanê deverê firiyane û ji ber metirsiya bombebaranê, zerer û ziyanên bombebaranê nehatine zanîn.

Rojane êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.