Tengav, dosyaya nukleerê û peymanên nû mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî bal kişand ser tevgera li Tengava Hurmuzê, astengiyên li pêşiya lihevkirina di navbera Washingtonê û Tehranê de, zêdebûna tensîqa leşkerî ya di navbera Tirkiye, Misir û Pakistanê de û metirsiyên Îsraîlê yên der barê guherîna hevsengiya hêzan a li herêmê de.

Tengav, dosyaya nukleerê û peymanên nû mijarên rojnameyên erebî ne
23 tîrmeh, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojnameyên erebî de behsa dozên girêdayî ewlehiya herêmî, bêbaweriya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de, şopandina nêzîkatiyên leşkerî yên di navbera Tirkiye, Misir û Pakistanê de ji aliyê Îsraîlê ve, hate kirin. 

‘DI NAVBERA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ Û HÊZA HEYÎ DE ŞERÊ TENGAVAN’

Rojnameya El Exbar a Lubnanî bal kişand ser girtina Tengava Hurmuzê û diyar kir ku vê mijarê qanûn derbas kiriye, dê ev gav pirsgirêka têkildarî sînorê qanûnên navneteweyî yê li pêşiya hêz û berjewendiyên siyasî berfirehtir bike.

Hate destnîşankirin ku peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya girêdayî okyanusan û tevgera bazirganiyê li ser perensîbê tevgereke azad a di tengavên navneteweyî ve hatiye danîn, lê Îran li gorî Peymana Cinêvê ya sala 1958`an tev digere.

Di heman rojnameyê de hat diyarkirin ku qanûnên navneteweyî rê didin ku dewlet mafê xwe yê parastinê yê rewa bi kar bînin, di dema bikaranîna koorîdorên deryayî di warê operasyonên leşkerî de mafê nîqaşa li ser tevgera deryayî dide dewletê. Aloziya Hurmuzê nakokiya di navbera qanûnên navneteweyî û makanîzmaya pêkanîna wê de derdixe holê, pêkanîna zagonên navneteweyî bêhtir girêdayî hevsengiya hêzan tê dîtin, ev yek dihêle pirsên der barê baweriya bi pergala navneteweyî derkeve pêş.

‘PIRSGIRÊKA BAWERIYÊ LIHEVKIRINA WASHINGTON Û TEHRANÊ ASTENG DIKE’

Rojnameya Independent Arabia jî da zanîn ku pirsgirêka nebûna baweriyê di navbera DYA`yê û Îranê de hîn jî ji warê leşkerî veneguheriye çareseriyeke siyasî, tevî ku zehmetî û şantaj jî hene, her du alî hîn jî dixwazin di çarçoveya sînoreke diyar de li dijî hev derkevin.

Tişta rastî ya ku ji bo wê ev şer derdikeve girêdayî pêşeroja dosyaya nukleerê ye, Îran xerabkirina bernameya xwe ya nukleerê red dike, Washington jî bi israr e ku vê bernameyê bi awayekî giştî ji holê rake.

Rojnameyê diyar kir ku ji Îranê tê xwestin ji bo îqnakirina DYA`yê û civata navneteweyî der barê bernameya nukleerê, divê li şûna fitwayên olî misogeriya siyasî û qanûnî pêşkêş bike.

‘ÎSRAÎL NÊZÎKATIYÊN TIRKIYE, MISIR Û PAKISTANÊ DIŞOPÎNE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd de jî behsa tirsa Îsraîlê ji zêdebûna tensîqa ewlehî û leşkerî ya di navbera Tirkiyê, Misir û Pakistanê kir û destnîşan kir ku tê texmînkirin ku ev nêzîkatî veguherin mijareke herêmî ya nû, wê ew xwedî hêzên leşkerî û siyasî yên bi bandor bin, bi vî awayî dê bandorê li hevsengiya hêzan a li herêmê bê kirin.

Hat diyarkirin ku xebatên leşkerî yên hevpar û peymanên ewlekariyê yên di navbera her sê dewletan de dê hevkariya di warê hêzên hewayî, deryayî û hêzên taybet de berfireh bike. Tevî ku Qahîreyê daye xuyakirin ku ev hevkarî, hevkariyeke stratêjîk e û ne ji bo hedefgirtina Îsraîlê ye.

Di rojnameyê de hat destnîşankirin ku tevgera guherîner a ku li herêmê rû dide, di hin aliyan de lawaziya Îranê û di hin aliyan de jî nezelaliya DYA’yê, zêdebûna dan û standinên têkildarî rêyên bazirganiyê û enerjiyê hiştiye ku hişyariyên Îsraîlê ji pêşeroja peymanên leşkerî zêde bibe.

Her wiha hat diyarkirin ku Îsraîl ji van pêşketinan bi fikar e, bi taybet ji bo nêzîkatiyên di navbera Enqere û Qahîreyê de. Helwesta Tirkiyeyê li hember Îsraîlê jî yek ji wan sedeman e ku hişyarî zêde bibin.

(sb)