Di 24 saetan de li Sûriyeyê 6 kes hatin kuştin

Li parêzgehên Heleb, Hema, Hums, Laziqiyê û Reqayê di 24 saetên dawîn de 6 kes hatin kuştin.

Di 24 saetan de li Sûriyeyê 6 kes hatin kuştin
23 tîrmeh, 2026   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (22 Tîrmeh) di encama bûyerên teqîna bermahiyên şer, gulebaran û pevçûnan de 6 kes hatin kuştin. 

Li gundê Rimalê yê Minbicê, di encama pevçûna 2 malbatan de kesek hat kuştin.

Li herêma Til El Selma ya navçeya Iqrîbat a Hemayê di encama teqîna mayinekê bermahiya şer, ciwanek hat kuştin.

Li gundê Rod El Wehiş ê nêzî bajarê El Sixnê yê Humsê, ciwanek bi şaşî hate kuştin.

Li bajarê Laziqiyê karmendekî hikumeta demkî ku di gulebaranê de birîndar bûbû, ji ber giraniya birîna xwe mir.

Li gundê Sifyan ê Reqayê di encama teqîna mayineke ji bermahiyên şer hat kuştin. Li gundê El Mibûice yê Eyn Îsayê jî kesek hat kuştin.

(sb)