Têkoşîna şehîdekî çalakiya Basilê

Cemîl Silêman di ciwantiya xwe de tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir dema kadroyên PKK`ê serdana mala bapîrê wan dikir. Di hemêza malbateke welatparêz de mezin bû ku di encamê de cihê xwe di berxwedana serdemê ya yekemîn û duyemîn de girt û di çalakiya Basilê de şehîd bû.

Têkoşîna şehîdekî çalakiya Basilê
Têkoşîna şehîdekî çalakiya Basilê
Têkoşîna şehîdekî çalakiya Basilê
Têkoşîna şehîdekî çalakiya Basilê
11 sibat, 2024   05:36
ŞEHBA
ZÊNEB ŞÊXO-MIHEMED EBDO

Cemîl Silêman li gundê Bircikê Silêman ê navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê yê dagirkirî di 2003`yan de ji dayîk bûye. Cemîl biçûk malbatê ye, birayek û 3 xwişkên wî hene. Di temeneke biçûk de fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas dike, gelek nêzî kardroyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû ku serdana mala bapîrê wî dikir dema seretayî li gund dixwend. 

Her wiha di salên 90`î de xalitîkên wî tev li gerîla bûn. Dayîka wê Zeyneb Silêman got: "Şêniyên gund, biçûk û mezin jê hez dikirin. Çalak û wêrek bû. Ji fêrbûnê hez dikir û dixwest tecrubeyên xwe bi yên din re parve bike. Dema biçûk li mala bapîrê xwe dima, ji ber wê kadroyên PKK`ê nas kir."

BÛYERA KU JI BER WÊ TEV LÊ BÛ

Piştî destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê komeke çeteyan derbasê gundê Cemîl Silêman dibin û wî direvînin. Dûre piştî demekê wê serbest berdidin.

Vê bûyerê gelek bandor li Cemîl kir, der barê de bapîrê wê Ebdulmecîd Silêman got: "Bûyerê, bandor lê kir ku li ser bingeha xweparastinê tev lê bibe. Her wiha tevlêbûna xaltîka wî di salên 90`î de jî bandor lê kir.

Cemîl bi nasnav Cûdî Gaber tevî kurê xaltîka xwe Pêşeng tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn.

CÛDÎ DI BERXWEDANA SERDEMÊ YA YEKEMÎN Û DUYEMÎN DE

Di pêvajoya yekemîn a Berxwedana Serdemê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de, li ser Efrînê Cûdî Gabar û Pêşeng çalakiyekê li dijî dagirkeran li dar dixin. Piştî 8 rojan ji berxwedanê Pêşeng şehîd dibe û Cûdî têkoşîna xwe didomîne.

Piştî dagirkirina Efrînê pêvajoyeya duyemîn a Berxwedana Serdemê bi avakirina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) re dest pê dike. Cûdî Gabar cihê xwe di berxwedanê de digere.

Cûdî Gabar tev li gelek çalakiyên li dijî dagirkeran dibe. Herî dawî tev li çalakiya 30`yê Çilyê bû ku li dijî baregehên dagirkeran ên li gundê Basilê yê navçeya Şêrawayê hate lidarxistin. Di çalakiyê de şervan Cûdî Gabar tevî 4 hevalên xwe şehîd dibe.

Dayîka şehîd Cûdî Gabar Zeyneb Silêman soz da ku dê rêya şehîdan berdewam bikin heta ku xewnên wan pêk bînin û welatekî azad û democrat ava bikin.

(şx)

ANHA