Têkoşîna li ser şopa Şêx Seîd didome

Tevgerên Kurdan di sedsala 20`an de li hemberî siyasetên pîşaftinê û qirkirina li Bakurê Kurdistanê li ber xwe da. Têkoşîna çekdarî ya ji serhildana Şêx Seîd dest pê kiriye, bi derketina tevgera rizgariya Kurdistanê re veguherî têkoşîneke bîrdozî û leşkerî û ji gelê Kurd re bû hêvî ku mafên xwe yên rewa bi dest bixe.

Têkoşîna li ser şopa Şêx Seîd didome
30 hezîran 2024   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana Şêx Seîdê Pîran, piştî avakirina Komara Tirkiyeyê bi destê Mustafa Kemal Ataturk di sala 1923`yan de, yekemîn serhildana herî mezin a li Bakurê Kurdistanê bû.

Gelek lêkolîner dibêjin dema serhildanê ya piştî Peymana Lozanê û sepandina dewleta Tirk, sedema binkeftina wê serhildanê bû. Kesayetên Kurd wê demê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918), mijûlbûna dewleta Osmanî bi şer, ji bo bidestxistina mafên Kurdan tiştek nekir.

AVAKIRINA KOMARA TIRKIYEYÊ Û SIYASETA ASÎMÎLEKIRINÊ LI SER PÊKHATEYÊN DIN

Ataturk dewleta Tirk a nû li ser bingeha nasnameya tirkî ya ku bi vê gotinê hezkirina xwe jê re rave kir "yê dibêje ez Tirk im, ew şad e" ava kir. Ataturk, dewleta Tirk li ser bingeheke neteweperest ava kir û li ser gelên din ferz kir. Bi tu awayî nehişt desthilateke serbixwe ya tu pêkhateyekê ava bibe. 

Sala 1923`yan, Rêxistina Azadî ya Kurd bi serokatiya Xalid Cibrî ava bû. Yusif Ziya, Kemal Fevzî û Şêx Seîd endamên wê bûn. Armaca rêxistinê, serxwebûna Kurdistanê û berxwedana li hember siyasetên asîmlekirinê bû ku Ataturk li gundên Kurdan ferz dikir. Ataturk zimanê tirkî li materyalan, belgeyên fermî ferz kir û navên gundan ên kurdî guherandin û bi tirkî bi nav kirin.

Xalid Cibrî bi tawana plankirina serhildanê li dijî desthilatê, hate girtin û hate darvekirin. Piştî wî Şêx Seîd rêxistin bi rê ve bir. Şêx Seîd di nava civakê de xwedî girîngiyekê bû, ji ber ku serokatiya terîqeta Neqişbendî dikir û têkiliyên wî bi serokeşîrên Kurdan re xurt bûn.

DESTPÊKIRINA SERHILDANA ŞÊX SEÎD

Dema firqeyeke leşkerî ya Tirkan derbasî bajarokê Pîran bû û gelek şêniyên bajarok û hevalên Şêx Seîd girtin, şer di navbera firqeyê û gund de derket. Piraniya leşkerên Tirk hatin kuştin û fermadarê wan dîl hate girtin.

Ji ber wê, serhildan beriya dema ku Şêx Seîd jê re plan kiribû, dest pê kir. Destpêkê serhildêr bi ser ketin û gelek dever rizgar kirin.

Serhildêran bajarê Amed dorpêç kir ku heta hatina hêzên Tirk li ber xwe da. Serhildêran nekarî bajar rizgar bikin. Ji ber wê Şêx Seîd ferman da ku paşde vegerin. Hêzên dagirkeriya Tirk serhildêr dorpêç kirin û nehişt derbasî Iraq, Sûriye û Îranê bibin.

70 hezar leşker bi çekên giran û balafirên şer berê xwe da herêmên Kurdan, ji bo ku serhildêrên Kurd dorpêç bikin.

GIRTINA ŞÊX SEÎD Û RÊBERÊN ŞOREŞÊ Û DARVEKIRINA WAN

Artêşa Tirk piştî xiyaneta Qaso (rênîşandarê qafîleya serhildêran) serokê serhildanê Şêx Seîdê Pîran û endamên komîteya rêveberiyê li ser pira Vartoyê bi şev hatin girtin.

Piştî xiyanetê 3 tugayên arêtşa Tirk a dagirker û 150 hezar Kurdên xayîn, şerê serhildêran kir, bi taybet li eniya Amedê ku şerê herî dijwar li wir bû û di encamê de berxwedan têk çû.

Navîna 1925`an dadgehên leşkerî yên ku bi navê "Dadgehên Îstîklalê" dihatin naskirin, biryara darvekirinê li dijî rêberên serhildanê birî. 49 têkoşer tevî Şêx Seîdê Pîran, li meydana Deriyê Çiyê yê bajarê Amedê hatin darvekirin.

Hovîtiya komkujiyên Tirkan li dijî Kurdan heta Remezanê û piştî wê berdewam kir. Sibata 1928`an zêdetirî 600 gund hatin şewitandin, zêdetirî 700 hezar serhildêr û têkoşerên Kurd û gelek malbat ber bi Anatolyayê ve hatin koçberkirin, ji bo ku wan bihelînin û ew nasnameya xwe ya olî, ziman û çandî winda bikin.

SERHILDANÊN PIŞTÎ SERHILDANA ŞÊX SEÎD

Kurd jî mîna Ermen û pêkhateyên din ji ber şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn ji komkujiyan û êşên şer nefilitîn. Ji bo tunekirina habûna kurdî, hemleyên qirkirina çandî li dijî bi milyonan Kurdan dest pê kir.

Em nikarin bêjin ku hemû serhildanên Kurdan ên li Kurdistanê di sedsala 20`an de bi bin ketine. Rast e civak di encama hewldanên hêzên dagirkerên Kurdistanê de parçe bû, aloziyên çînî, olî û neteweyî derketin, lê em dikarin bêjin ku gelek kesan hewl da rê li pêşiya wan hewldanan bigirin. Da ku nasnameya kurdî biparêzin û civakeke azad dûrî destwerdanên derve ava bikin.

Serhildanên li Agirî, Koçgiriyê, Dêrsimê tevgera Şêx Memûd Berzencî û ragihandina Komara Mehabadê bi pêşengiya Qazî Mihemed, rûbirûyî şerên dijwar man ku di encama siyasetên kirêt ên hêzên cîhanê ên wê demê de di serî de Brîtanya, Yekitiya Sovyetê, Osmanî û dewleta Tirk bi deh hezaran Kurd hatin kuştin.

Piştî wê, hewldanên helandina civak, çand û zimanê kurdî di nava civakên erebî, tirkî û farisî de dest pê kirin. Pergalên serdest ên dagirkerên Kurdistanê ji salên 70`î ve, li ser van siyasetan li hev kirin. Mîna Kembera Erebî ku hikumeta Şamê li dijî Kurdan li Sûriyeyê kiriye, çewisandina dewleta Tirk a tevgerên siyasî yên kurdî li Tirkiyeyê, çewisandina siyasî û civakî li dijî Kurdan ji aliyê Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê.

TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ LI DIJÎ DEWLETA TIRK DEWAM DIKE

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a ku di dojeha aloziyên li Tirkiyeyê de hatiye avakirin, rûbirûyî pergalên desthilatdar ên Kurdistanê ma. Nemaze piştî ku partiyê çalakiyên leşkerî li ser sînorên siyasî yên Tirkiyeyê sala 1984`an li dar xistin û dest bi pêvajoyeke nû ya bidestxistina mafên gelê Kurd kir.

Dewleta Tirk û pergalên dagirkerên Kurdistanê PKK`ê mîna serhildanên berê dît. Rayedarên Tirk gelek caran ragihandin ku dê bi şerekî kurt wan tune bike.

Derketina PKK`ê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan, di vejandina doza Kurd û têkbirina plana sepandina hegemonya rojava li ser Rojhilata Navîn bi rêya Tirkiyeyê de roleke dîrokî lîst. Ji vi rem dikarin fêm bikin, çima dewletên rojavayî komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan 15`ê Sibata 1999`an çêkir.

Ji zêdetirî 40 salî ve PKK`ê têkoşîna çekdarî dimeşîne. Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bi saya vê têkoşînê, hin mafên xwe bi dest xistin. Ev têkoşîna ku li çiyayên Kurdistanê veguherî têkoşîneke civakî û leşkerî li seranserî herêmên kurdî il dijî siyaeta qirkirinê, piştî serdemeke binkeftinê yekemîn pêşketina herî mezin bû.

Tevgera rizgariya Kurdistanê gelek caran hewl daye aştiyê bi dewleta Tirk re bike û doza Kurd çareser bike ku herî dawî ev hewldan di navbera salên 2013 û 2015`an de bû dema Rêber Abdullah Ocalan destpêka pêvajoya aştiyê bi dewleta Tirk re ragihand lê belê dewleta Tirk li ser qirkirina Kurdan li her derê bi israr e.

24`ê Tîrmeha 2015`an, dewleta Tirk a dagirker êriş zêdetirî 15 bajarên Bakurê Kurdistanê kir ku bi saya wan, DAIŞ li Kobanê di şerekî dîrokî de bi bin ket. Ev bajar serî hildan û ciwanên wê li Kobanê li dijî DAIŞ`ê şer kir. Dewleta Tirk piştî bikeftina plana wê li Sûriyeyê bi rêya DAIŞ`ê, xwe ranegirt û dest bi hedefgirtina wan bajaran kir.

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û ŞEHÎDXISTINA KESAYETÊN NASKIRÎ Û SORKIRINA NÎJADPERESTIYÊ

Ji 17`ê Nîsana 2022`yan ve, dewleta Tirk bi piştgiriya NATO`yê bi çekên kîmyewî çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Li hember wan êrişan jî, gerîla berxwedaneke destanî nîşan dide.

Li Rojava jî, tank û topavêjên dewleta Tirk a dagirekr ji 9 salan ve topbaran dikin. Topbarana herî dijwar li dijî herêmê sala 2022`yan bû. Heta niha der barê qurbaniyên êrişên dewleta Tirk a dagirker de, daneyên rastîn nîn in.

Balafirên şer ên dewleta Tirk adagirker hedefgirtina sivîlan ranewestandin. 20`ê Tîrmeha 2023`yan li Dihûkê 9 sivîl di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk li ser seyrangehekê li Zaxoyê de şehîd bûn û 23 din jî birîndar bûn. Di nava şehîdan de jî zarokek hebû ku hîna nebûbû 1 salî.

Li Başûrê Kurdistanê ku veguheriya qadek ji baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û istixbarata wê, kesayetên nîştimanî û siyasî hatin hedefgirtin. Wek hedefgirtina siyasetmedarê Kurd û stûnek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Şiblî ku li nêzî Silêmaniyê di êrişa balafireke bêmirov de hate şehîd xistin. Mehmet Zekî Çelebî yê bi destê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker li pêşiya xwaringeha wî ya li Silêmaniyê hate şehîdxistin.

Di êrişa çekdarî ya îstixbarata dewleta Tirk a dagirker de çalakvan Nagihan Akarsal şehîd bû ku çekdaran li nêzî mala wê ya li taxa Bextiyar a bajarê Silêmaniyê 4`ê Cotmeha 2022`yan kir hedef. Şehîd Nagihan jiyana xwe di oxira têkoşîna jinan bi dirûşma "jin, jiyan azadî" borand.

Siyasetên qirkirina siyasî li dijî partiyan û çalakvanên Kurd li Bakurê Kurdistanê jî berdewam in. Êrişên li ser bingehên nijadî li dijî Kurdan zêde dibin. Rayedarên tirk, raya giştî ya Tirk bi rêya xîtabên nijadperestî û nefreta li dijî Kurdan, gelê Tirk li dijî Kurdan sor dikin. Herî dawî komkujiya Qonyayê ku di encamê de 7 kes ji malbatekê hatin kuştin. Çalakvana Kurd Deniz Boyraz li hundirê bajarê Ezmîrê bi destê nijadperestên tirk hate şehîdxistin. Êrişa bi kêrê li dijî ciwanê Kurd Bariş Çakan bi hiceta ku li stranên kurdî guhdar kiriye û gelek bûyerên din ên li dijî Kurdan hene.

Li derveyî Kurdistanê jî, piştî 10 salan di ser komkujiya yekemîn a Parîsê sala 2013`an derbas bû, dewleta Tirk a dagirker vîna jinên azad kir hedef û komkujiya duyemîn a Parîsê sala 2023`yan giştî ya tevgera jinan Emîna Kara, hunermednê Kurd ê koçber Mîr Perwer, welatparêz Ebdurahman Kizil, pêk anî.

Komkujiya duyemîn a Parîsê xetereya li dijî Kurdan li seranserî cîhanê aşkera kir nemaze ku îstixbarata tirk, dewletên NATO`yê fireh e, xîtabê nijadperestiyê û nefretê li dijî Kurdan zêde bûye. 

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku rê li pêşiya belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan bigire, tecrîdeke giran li ser ferz dike. Herî dawî 7`ê Tebaxa 2019`an parêzer pê re rûniştine. 25`ê Adara 2021`an bi rêya telefonê tenê 5 deqeyan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axviye û ji wê demê ve agahî jê nayê girtin.

(şx)

ANHA