Rêxistina Sara pêngavek da destpêkirin

Rêxistina Sara, li dijî tundiya li ser jinan pêngavek ji bo du mehan da destpêkirin.

Rêxistina Sara pêngavek da destpêkirin
Rêxistina Sara pêngavek da destpêkirin
1 tîrmeh 2024   13:04
QAMIŞLO

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyekê pêngavek li dijî diyardeyên civakî yên xetere yên li ser jiyana jinan da destpêkirin.

Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Sara ya li taxa Hilko ya bajarê Qamişloyê bi amadebûna nûnerên rêxistin û tevgerên jinan û komeleyên têkildarî zarokan hat xwendin.

Her wiha  daxuyanî li kampa Sedem ya bajarokê Ehdasê ji hêla endama Rêxistina Sara Têkoşîn Mihemed  ve hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê berdevka Rêxistina Sara Reşa Derwîş ve hat xwendin. Reşa Derwîş diyar kir ku pêngav bi dirûşma "Em hêvî ne..Em aştî ne" ji îro (1’ê Tîrmehê) ve dest pê dike.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku tundiya li ser jin û keçan yek ji binpêkirinên herî zêde belav e, domdar û wêranker li cîhanê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demên dawîn de bûyerên kuştin û xwekuştina jinan zêde bûne û sedema vê zêdebûnê spart "Hişmendiya baviksalar a xwe li ser civakê ferz dike û têgînin paşverû yên ku îradeya jinan lawaz dikin".

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Ji bo rê li ber diyardeyên civakî yên jiyana jinan dixe metirsiyê û dihêle jin bibin qurbana hişmendiya baviksalar, em pêngaveke hişyarkirin û zanekirin didin destpêkirin. Pêngav dê 2 mehan dewam bike û li tevahî gund û bajarokên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were."

li gorî daxuyaniyê dê di çarçoveya pêngavê de, qanûnên malbatê, pêkanîna wê, cûreyên tundiya li ser jinan û rêbazên rêgirtina li ber werin şîrovekirin.

(bb)

ANHA

şehba