Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî berfireh dibin: Kuştî hene

Xwepêşandanên li bakurê rojavayê Sûriyeyê belavî herêmên di bin dagirkeriya çeteyên HTŞ’ê de bûn. Li gorî  agahiyan kuştî û birîndarên di nava xwepêşandêran de çêbûne.

Xwepêşandanên li herêmên dagirkirî berfireh dibin: Kuştî hene
2 tîrmeh, 2024   00:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li herêmên bakurê rojavayê yên li dijî siyasetên nîjadperestî yên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de berfireh bûne. 

Li bajarê Sermeda yê nêzî deriyê Xerbe Coz ên gundewarê Idlibê xwepêşandan ên di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ)  hatin lidarxistin.  Li hemberî wî çeteyên HTŞ’ê seferber bûne. Li bajarên Etarib û Ebzmo yên gundewarê rojavayê Helebê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandêran girtin ser nuqte û erebeyên dagirkeran.

Li gundewarê Helebê yê di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker de jî xwepêşandan hatin lidarxistin.  Li bajarê Efrînê jî di navbera xwepêşandêrên bi çek û artêşa Tirk a dagirker de şer rû da. Di encamê de xwepêşandêrek hatin kuştin û 7 xwepêşandêrên din birîndar bûn. Li herêmê alozî serwer e.

Li gorî medyayan, zarokeke li nêzî deriyê Bab Selame bi guleyan birîndar bûn.

Li deriyê sînor ê bajarê Cerablusê jî leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor gule avêtin xwepêşandêran. Li bajarokê Kefer Cenê yê gundewarê Efrînê ala komara Tirk li deriyê sînor ê Xezawiyê hat rakirin.

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku piştî xwepêşandanan, internet li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê qut bûye.

(bb)