KCK’ê Wezareta Karên Hundir a Iraqê derewand: Bêbextî û manîpulasyon e

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bertekek tund nîşanî Wezareta Karên Hundir a Iraqê da ku PKK’ê bi şewatên li Başûrê Kurdistanê sûcdar dike û got, “Tu têkiliya wê bi rastiyê re tuneye, bêbextî û manîpulasyon e.”

KCK’ê Wezareta Karên Hundir a Iraqê derewand: Bêbextî û manîpulasyon e
1 tîrmeh 2024   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê di daxuyaniya xwe de nivîskî de wiha got: “Em îdiaya li ser navê Wezareta Karên Hundir a Iraqê ku dibêje şewatên li bajarên Kerkûk, Hewlêr û Duhokê ji aliyê komeke PKK’yî ve hatine lidarxistin, Em hewldanên ku dixwazin berpirsyariya van êrîşan ku tu têkiliya wê bi rastiyê re nîne û ji aliyê civakê ve tê zanîn ku bi destê MÎT-Parastin ve hatiye kirin, bixin stûyê tevgera me qebûl nakin.

Daxuyanî  wiha ye:

 “PKK bi berxwedan û helwesta xwe ya bi rêgez û biryar ji dîrokê heta îro hêzeke ku gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn nas dikin, baweriya xwe pê tînin û ji hebûna wê serbilind in. PKK ku li her derê ku li dijî civakê gef û neheqî hebe, helwest girtiye, îro jî li dijî mêtînkariya Tirk ku gav bi gav Iraq û Başûrê Kurdistanê dagir dike, şerekî giran dide. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi îmkan û alîkariya rêveberiya PDK’ê li Zaxo, Duhok û Hewlêrê li dijî gelê me bêrêzî dike û dagirkeriya xwe ku bi veşartî da destpêkirin, bi eşkere didomîne. Artêşa Tirk a dagirker di saetên rojê de de li xaka Iraqê rê digire, bi zorê nasnameyan kontrol dike, xelkê digire, bi êrîşên keşîf û topan şehîd dike, koçberkirina bi zorê hedef dike.

PDK li hemberî van sûcên artêşa Tirk a dagirker ku her roj zêdetir dike, hevkariya xwe didomîne, hikûmeta Sudanî jî bêyî bertek û bêdeng dimîne.

BÊBEXTÎ Û MANÎPULASYON

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî van êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bi hemû derfetên di destê xwe de li ber xwe dide. Dewleta Tirk a faşîst tevî ku bêhejmar çekên qedexekirî û bombeyên kîmyewî bikartîne, her curê sûcê şer dike, teknolojiyên gerî pêşketî dixin xizmeta artêşa Tirk jî li dijî gerîla têkçûneke giran dijî. Artêşa Tirk a dagirker di noqteyên ku heta niha dagir kirine de bi zehmetî tevdigere, encax bi unîformayên Iraq û PDK’ê tevger dike.

Dema ku tevgera me li dijî van êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke mezin dide, daxuyaniya ku li ser navê Wezareta Karên Hundir a Iraqê hatiye kirin bi xemgînî pêşewazî dikin. Dema ku li Iraqê êrîşên DAÎŞ’ê destpê kirin, tevgera me bi hemû hêza xwe ji bo parastina gelê Iraq û Kurd kete nava tevgerê. Li qadên Hewlêr, Mexmûr, Kerkûk, Şengal û Musulê di pêngavên rizgarkirinê ji çeteyên DAÎŞ’ê de bi awayekî çalak cih girt. Di vê oxirê de berdelên giran daye. Serokwezîrê Iraqê ji ber vê spasiya tevgera me kir. Îdiayên ku dibêjin me sûkên xelkê Kerkûk, Hewlêr û Duhokê şewitandiye, ku me li van deran di pêvajoya êrîşên DAÎŞ’ê de ji bo parastinê çi ji destê me hat kir û şehîd dan, bêbextî û manîpulasyon e. Em van îdiayan dihêlin wijdana gelê Kurd û Iraqê ku li pêşberê çawê wan li ber xwe didin.

BÊBEXTIYA MÎT’Ê

Tu dijberiyeke tevgera me ne li hemberî dewleta Iraqê û ne jî li hemberî civaka Iraqê tuneye. Tevgereke ku ji bo azadî û aramiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe bi van îdîayan were bibîranîn, bêbextiya MÎT’ê ye. Eşkere ye ku Wezareta Karên Hundir a Iraqê bi pêşengiya hin koman ev daxuyanî da. Çavkaniya van îdiayan rêxistina sûc a navneteweyî MÎT a TC’ê ya ku gav bi gav Iraqê dagir dike û şaxa wê ya Kurdistanê Parastin e. Ji bilî çalakiyên li dijî TC’ê a ku hewl dide Iraq û Başûrê Kurdistanê dagir bike, têkiliya me bi tu bûyer û çalakiyan re tuneye. Hemû Iraqî û Kurd dizanin ku aktorê sereke yê êrîşên li ser aramî û ewlehiya Iraqê dewleta Tirk a dagirker e. Li hemberî ev îdiayên Wezareta Karên Hundir a Iraqê yên bêbingeh û ji bo rojevê bêguherîne yên, hewceyî bi daxuyaniyek bi vî rengî hat dîtin.

DIVÊ BERSÛCÊN RAST DERXIN HOLÊ

Dewleta Iraqê û Wezareta Karên Hundir ên ku bi beralîkirina MÎT’ê tevbigerin, tevgera me bi îdiayên ku tu eleqeya me pê re tuneye girê nede û wan vedixwînin ku bersûcên rast derxînin holê. Em bang li gelên Iraqa demokratîk û berxwedêr dikin ku li hemberî van derewan helwestê nîşan bidin, li dijî van sûcan û axaftinên ku êrîşên dagirkeriya Tirk rewa dikin, têbikoşin.”