Wê Tecrîda li Îmraliyê li Konseya Mafên Mirovan a NY’ê were nîqaşkirin

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wê di konferansa ku di çarçoveya Rûniştên Mafên Mirovan a 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan a NY’ê de bên lidarxitsin, bê nirxandin

Wê Tecrîda li Îmraliyê li Konseya Mafên Mirovan a NY’ê were nîqaşkirin
1 tîrmeh 2024   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Rêber Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên zehmet ên tecrîdê de tê girtin, 40 meh in tu agahî nayê girtin.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî ku yekane xwedî rayeya ketina Îmraliyê ye û di vê wateyê de berpirsyarê tecrîdê ye, bêdengiya xwe didomîne.

Ji bo şikandina vê bêdengiyê û ji bo civak navneteweyî bixin tevgerê ji Cotmeha 2023’an ve bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ kampanyayeke kûrewî tê meşandin.

Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a Li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) ku berê bi rapor û daxuyaniyan tecrîda Îmraliyê kir rojeva Konseya Mafên Mirovan a NY’ê, xwe amade dike ku li Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê konferanseke bi sernavê “Li Tirkiyeyê Mafên Mirovan” li dar bixe.

Di çarçoveya Rûniştên Mafên Mirovan a 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan a NY’ê ya di 18’ê Hezîrane destpêkir û wê heta 12’ê Tirmehê bidome de, mijara sereke ya rûniştina 3’yê Tîrmehê wê li ser şert û mercên tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û pêkanînên dijhiqûqî yên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne be.

Rûniştin wê ji hêla nûnerê MRAP’ê yê Neteweyên Yekbûyî Gianfranco Fattorini ve bê birêvebirin. Parêzerên Buroya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, parlamentera Parlamentoya Ewropayê Laûra Castel Fort û siyasetmedarê Kurd Firat Anli weke axaftvan beşdarî rûniştinê bibin.