Di qenaya Xabûrê de av diherike

Piştî projeya jinûve tamîrkirina qenayê bi dawî bû, stasyonan dest bi pompekirina avê li qenaya avê ya Xabûrê kir.

Di qenaya Xabûrê de av diherike
1 tîrmeh 2024   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê projeya jinûve tamîrkirin û seretastkirina qenaya avdanê ya Xabûrê ya bi dirêjahiya 50 kîlometre dabû destpêkirin.

Bi bidawîbûna xebatên tamîrkirinê re, desteyê ragihand ku dest bi pompekirina avê bo qenayê hat kirin û stasyonên avê ketin xizmetê.

Desteyê diyar kir ku ew ê qonaxa duyemîn a projeyê ku av bigihîne bajarê Hesekê temam bike.

Projeya pompekirina avê li qenayê ku xwe dispêre 3 stasyonên dehfdana avê heta bi bajarokê Siwer xizmetî 220 hezar donimên çandiniyê dike.

Ev proje, ji 270 hezar welatiyan re bi rêya 5 stasyonên sereke ava vexwarinê peyda dike. Navên wan stasyonan wiha ne: Herîze, Herîciye, Siwer û Mergede.

(fr)

ANHA