Hêzên 70 yên Pêşmerge bersiva Wezareta Navxweyî ya Herêmê û Iraqê da

Hêzên 70 yên Pêşmerge eşkere kirin ku bi tu awayî, hêzên me yên Herêma Kurdistanê peywendî bi bûyerên li Hewlêr, Duhok û Kerkûkê re qewimîne re tune ye.

Hêzên 70 yên Pêşmerge bersiva Wezareta Navxweyî ya Herêmê û Iraqê da
1 tîrmeh 2024   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên 70 yên Pêşmerge (hêzên girêdayî YNK’ê) têkildarî tometên Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistan û Iraqê ya girêdayî bûyerên şewatê yên li Hewlêr û Duhokê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji raya giştî re eşkere dikin ku tu pêwendiya hêzên me û hêzên din yên Herêma Kurdistanê bi bûyerên şewatê yên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê re nîne

Hêzên 70 yên Pêşmerge têkildarî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxweyî ya Iraqê wiha got; “Cihê fikarê ye û sosrete ku tenê nûnerê Wezareta Navxweya ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê de ji bo mebestên taybet û weke tohmetbar behsa navê hêzên me û sînorê Silêmaniyê dike. Her wiha Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Iraqê jî bêyî ku navê tu hêzan bide, bi zelalî tekezî bi wan agahiyan kir

Têkilarî gotinên Nûnerê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê di civîneke çapemeniyê de got; “Ji gumanbaran re di berdêla miqdarek pereyan de gotine van tiştan bêjin. Ev jî nîşan dide ku van kesan ne di bin ferman û sîwana me de ev tişt kirine, ne jî bi hêzên me re tu têkiliya wan tune ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de Hêzên 70 yê Pêşmerge got; “Em wek Hêzên 70 li benda lêkolînên temam yên hêzên ewlekarî yên Iraqê ne ku rastî û niyet û planên nerewa ji raya giştî ya welatê xwe re bên eşkere kirin ku her kesê li pişt şewitandina van bazaran be bên darizandin û cezakirin.”