Li herêmên dagirkirî hêrsa gel

Li bajarên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin gel nerazîbûnên xwe li dijî saziyên Tirkiyeyê nîşan dide û xwepêşandêr ala Tirkiyeyê ji ser saziyan radikin.

Li herêmên dagirkirî hêrsa gel
1 tîrmeh 2024   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Bab, Raî û Efrînê yên dagirkirî ji danê nîvro ve gel daketiye qadan û li dijî hebûna Tirkiyeyê û kiryarên wê yên nijadperestî yên li dijî sûriyeyiyan li hundirê Tirkiyeyê bi taybet êrişa duh a li dijî malbatên Sûriyeyiyan li bajarê Qeyserê û nêzbûna dawî ya di navbera Enqere û Şamê de nerazîbûna xwe nîşan dide. 

Li gorî çavkaniyan, xwepêşandêran rêya sereke ya Babê li pêş erebeyên Tirkiyeyê girt û êrişî erebeyan kir. Di dîmenên li ser medyaya dîjîtal de hatine belavkirin ev yek nîşan dide.

Her wiha di dîmenên din de diyar dibe ku xwepêşandêr ala Tirkiyeyê ji ser ˊavahiya nifûsêˊ ya Tirkiyeyê ya li bajarê Ezazê radikin. Her wiha xwepêşandêran karmendên  navenda berîd a Tirkiyeyê (PTT) a li bajarokê Raîd de derxistin.

Li Efrînê jî, çalakvanan diyar kir ku çeteyan xwepêşandêrên xwestin waliyê Tirkiyeyê ji bajêr derkeve gulebaran kirin. Lê tu agahî der barê windahiyên canî de bi dest neketin.

(fr) 

ANHA