’Em ê xaka xwe biparêzin’

Şêniyên kantona Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji zêdekirina êrişan armanc dike ku axa Sûriyeyê dagir bike, ewlehiya wê têk bibe û zirarê bide aboriya wê bike. Şêniyan gotin, dê dest ji axa xwe bernedin û piştgiriya hêzên parêzvanên herêmê bikin.

’Em ê xaka xwe biparêzin’
30 hezîran 2024   03:45
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi tevahî cureyên çekên giran, navîn û balafiran êriş herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di encamê de zirarên madî û canî çêdibin. Şêniyên herêmê bi berxwedanê û girêdana bi axê, bersiva wan êrişan didin.

Şêniyê bi navê Îsmaîl ê ji gundê Ebdaniyê yê rojavayê bajarê Girê Spî yê kantona Firatê got: "Dewleta Tirk a dagirker rojane êriş herêmên me dike. Gundên me li nêzî eniyên şer û baregehên dewleta Tirk in. Ew ji van êrişan dixwaze me koçber bike. Lê belê em jê re dibêjin em ji malên xwe dernakevin."

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên binesaziya herêmê, bîrên petrolê û stasyonên kehrebe û avê dixwaze gel tune bike û wiha domand: "Di mewsima çandiniyê de jî zevî û amûrên me kirin hedef. Ew dixwaze ewlehiya xwarinê ya li herêmên me têk bibe û me birçî bike. Lê ew şaş e, em gelekî berxwedêr in. Me li hember DAIŞ`ê li ber xwe da, dê li hember planên wê jî li ber xwe bidin."

Mihemed destnîşan kir ku gelê herêmê bi hêzên xwe yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ye.

Şêniya bi navê Hedle Muslim a ji bajarê Eyn Îsayê got: "Dewleta Tirk difikire ku dê  karibe me bitirsîne. Lê em dest ji axa xwe bernadin. Ew şaş difikire. Em gelekî berxwedêr in. Me ji bo parastina vê axê zarokên xwe feda kirin."

Hedle got, dewleta Tirk dagirker û çavbirçî ye, armanca wê ew e ku axa Sûriyeyê dagir bike û tev li axa xwe bike. Hedle her wiha got: "Lê haya me ji niyet û planên wê hene. Dê bi berxwedan û piştgiriya hêzên parêzvanên herêmê, planên wê têk bibin."

Şêniyê bi navê Mihemed Hebîb ê ji gundê Berx Botan jî got: "Dewleta Tirk nikare gelekî tune bike. Em amade ne parastina axa xwe bikin. Êrişên dewleta Tirk ku bi rêya DAIŞ’ê dest pê kiribû, dewam dikin, dê neghêjin serî."

Şêniya bi navê Emel Behauldîn jî diyar kir ku ew bi hêzên xwe yên leşkerî yên DAIŞ`ê têk birine, bawer in ku dikarin li kêleka berxwedana gel, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên wê li ber xwe bidin.

(şx)

ANHA

kobanê

eyn isa