Têkoşîna jinan a 26 salan a li dijî komployê

Tevgera jinên Kurd ku li dijî sîstema dewletperest, zîhniyeta zilamsalar û baviksalariyê tê dikoşe û li Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê li ser xeta paradîgmaya nû ya Rêber Abdullah Ocalan li dijî Komploya Navneteweyî bi pêş xistiye, bi birêxistinkirinê torên jinên azad afirandine.

Têkoşîna jinan a 26 salan a li dijî komployê
7 cotmeh, 2024   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Jin, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan wek êrişa li dijî vîna xwe ya azad dibînin, lewma jî di 26 salan de li dijî zîhniyeta komploger zîhniyeta "Jin Jiyan Azadî" di qadên siyasî, civakî, çandî û parastinê de bi pêş xist.

LI DIJÎ KOMPLOYÊ ÇALAKIYA DESTPÊKÊ

Li hemberî Komploya Navneteweyî ku bi derketina Rêber Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, cara yekem çalakiyên protestoyî yên "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" di girtîgehên dewleta Tirk de dest pê kirin. Xeleka destpêkê ya xeleka berxwedanê di 9’ê Cotmeha 1998'an de dema Mehmet Halît Oral li girtîgehê bedena xwe da ber agir, pêk hat. Girtiyên jin Selamet Menteş û Aynûr Artan (Rotînda) di 23’yê Cotmeha 1998'an de li girtîgeha Midyadê bedena xwe da ber agir û bûn berdewama berxwedanê. Di van çalakiyan de zêdetirî 100 şoreşger agir berdan bedena xwe û şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û ROJIYÊN MIRINÊ

8'ê Mijdara 2018'an bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kiribû. Grevên birçîbûnê bi rengekî alternatîf li zindanan dest pê kirin û veguherîn greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger. Di vê pêvajoyê de girtiyên bi navên Yonca Akici, Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay li zindanan çalakiyên fedaî kirin.

Di 27’ê Mijdara 2023'yan de li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker endamên PKK-PAJK'ê û girtiyên siyasî bi awayekî alternatîf dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya girtiyan ji 4'ê Nîsana 2024'an ve bi rengê ‘derneketina dadgehan û qebûlnekirina ziyareta malbatê û pêwendiyên telefonê’ dewam dike.

JINÊN KURD DI SIYASETÊ DE

Ji bilî çalakiyên li girtîgehan, jin li qada siyasî û civakî her tim li dijî sîstema îşkence û qirkirinê di nava çalakiyan de bûn û bala xwe dan ser birêxistinbûnê.

Jinan di meş, mîtîng, serhildan û qadên parastinê de li eniyên herî pêş cih girt û di qada siyasî de jî bûne aktorên diyarker. Di qada siyasî de têkoşîna jinan ku bi HEP'ê (Partiya Kedê ya Gel) re dest pê kir, di sala 1991'an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi DEP (Partiya Demokrasiyê-1994) û HADEP (Partiya Demokrasiyê ya Gel-1994-2003) bi hev re ji ber girtina partiyan ji aliyê dewletê ve, dewam kir. Ji sala 1997’an ve di HADEP'ê de yekîneyên jinan hatin avakirin û di kongreya sala 2000'î de biryar hate dayîn ku jin herî kêm ji çaran yek di hemû rêveberî û saziyên biryardayînê de bên temsîlkirin. Jinan di bin sîwana Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de xebatên xwe domandin û rêjeya temsîlkirinê ji sedî 25'an derxistin ji sedî 35'an.

PERGALA HEVSEROKATIYÊ

Di sala 2005’an de DTP (Partiya Civaka Demokratîk) hat avakirin û li Tirkiye ve Bakurê Kurdistanê cara ewilî pergala hevserokatiyê xebitand. Hevserokên DTP'ê yên destpêkê Ahmet Turk û Aysel Tugluk bûn.

Her çend ew partî ji aliyê deweta Tirk ve dihatin girtin jî, têkoşîna jinan berfireh dibû. Rêjeya temsîla jinan di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de ku sala 2009'an ava bû, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku sala 2013'an ava bû, Partiya Çep a Keskan a ku sala 2012'an ava bû û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku sala 2023'yan ava bû, derket ji sedî 50'yan.

Jinan di qada civakî de têkoşîn û birêxistinbûna xwe heta parlamentoya Tirkiyeyê jî bir û feraseteke nû da siyasetê. Tevgera jinên azad ku di sala 1991'an de bi Leyla Zanayê re di parlamentoya Tirkiyeyê de hat temsîlkirin, di hilbijartinên sala 2007'an de bi 8 parlamenteran, di 2011'an de 11, di 2015'an de 31, di 2018'an de bi 24 parlamenteran û di 2023'yan de jî bi 30 parlamenteran di parlamentoyê de cihê xwe girt.

BIRÊXISTINBÛNA XWESER

Jinên li Bakurê Kurdistanê, di sala 2003'yan de li gorî perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan a "bêyî azadiya jinan civak azad nabe" Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DÖKH) ava kir. Rêxistina DÖKH'ê ku wek rêxistineke sîwanî ava bû, bi pêşxistina tora tifaqê ya bi tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê û yên navneteweyî re xebatên girîng kirin.

Di sala 2013’an de li Amedê ji aliyê DÖKH'ê ve bi tevlêbna jinên ji 26 welatên Afrîka, Ewropa, Amerîka û Asyayê Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a Yekemîn hat lidarxistin. Di konferansê de gotina Rêber Abdullah Ocalan a "Bêyî azadiya jinan civak nikare azad bibe" wek xeta têkoşînê hat qebûlkirin.

Di Kongreya Jinan a Yekemîn de ku di sala 2015'an de pêk hat, DÖKH'ê navê xwe guherand û kir Kongreya Jinên Azad (KJA) û bi dirûşma "Divê jinek bi tenê jî bê rêxistin nemîne" têkoşîna xwe dewam kir. KJA di sala 2016'an de ji aliyê dewleta Tirk ve mîna gelek saziyên jinan hat girtin lê bi navê Tevgera Jinên Azad (TJA) têkoşîna xwe didomîne.

BER BI ARTÊŞBÛYÎNÊ VE

Jinên Kurd ku di qada parastinê de jî pêşengî kir û artêşbûnê li cîhanê xebateke nûwaze kir. Li ser şopa şehîd Sakîne Cansiz ku di kongreya damezirandina PKK'ê de cih girt, bi hezaran jin beşdarî refên azadiyê bûn.

Di sala 1987’an de dema rêxistina resen a yekemîn Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê (YJWK) ava bû, di vê serdemê de bû ku nirxandinên teorîk ên jinan ên sîstema baviksalariyê yên destpêkê hatin kirin û ji sala 1987'an heta 1993'yan dewam kir.

Di sala 1993'yan de li dijî êrişên ku dewleta Tirk û PDK'ê di sala 1992'yan de li dijî hêzên gerîla dan destpêkirin, ji bo bîranîna şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ku li dijî teslîmiyetê bû efsaneyek, di sala 1993'yan de di nava ARGK'ê de yekîneyên jinan hatin avakirin.

Di sala 1995’an de di Kongreya Azadiya Jinên Kurdistanê ya Yekemîn de bi navê YAJK (Yekîneyên Jinên Azad ên Kurdistanê) rêxistinek hat avakirin.

BER BI PARTÎBÛN Û KONFEDERALÎZMÊ VE

Li ser esasê îdeolojiya azadiya jinan ku Rêber Abdullah Ocalan di 8’ê Adara 1998'an de formule kiribû, di 8’ê Adara 1999'an de PJKK (Partiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê) ava bû. Di 29’ê Tîrmeh-21’ê Tebaxa 2000’î de di Kongreya Jinên Azad a Sêyemîn de navê PJKK'ê veguherî Partiya Jinên Azad (PJA). Di 17’ê Hezîran-2’yê Tîrmeha 2004’an de jî di Kongreya Jinên Azad a Pêcemîne de nave PJA’yê bû Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK). PAJK bi perspektîfa ku sedsala 21’an dê bibe sedsala jinan, çalakiyên xwe didomîne û li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê hêza herî girîng e ku xeta jinên azad temsîl dike.

Di 20’ê Nîsana 2005'an de li gel her çar parçeyên Kurdistanê, bi beşdariya jinên li derveyî welat Koma Jinên Bilind (KJB) ava bû û pêngavek ber bi sîstema konfederal ve hat avêtin. Di sala 2014'an de jî bi navê Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) gihaşt qonaxeke din.

HÊZA STAR

Di konferansa sala 2004'an de, gerîlatiya jinan ku bi îdeolojiya jinên azad sazkar bû, li ser bingeha perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan birêxistinbûna gerîlatiya jinan wek YJA STAR (Yekîneyên Jinên Azad ên Star) hate navandin. Viyan Soran (Leyla Welî Hisên) ku yek ji fermandarên pêşeng ên YJA STAR'ê ye, di 1'ê Sibata 2006'an de li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Heftanînê bedena xwe da ber agir û şehîd bû.

ŞOREŞA JINAN...

Li Rojavayê Kurdistanê ku Rêber Abdullah Ocalan 20 salan lê tê koşiya, di sala 2005'an de bi Yekitiya Star re birêxistinbûna jinan ava bû. Yekitiya Star di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi rola pêşengiyê rabû û di kongreya xwe ya 2016'an de navê xwe kir Kongra Star û xebatên xwe wek rêxistina sîwana hemû pêkhateyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Jin di paqijkirina Rojava ji hikumeta Şamê, çeteyên El Nusra û DAIŞ'ê de li eniyên herî pêş bûn. Bi pêşengiya di xweparastinê de, jinan di 4’ê Nîsana 2013'an de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kir. YPJ wekeartêşa jinan roj bi roj mezin dibe û bi beşdariya jinên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan bûye hêzeke yekgirtî.

Di berxwedana Kobanê de ku cihê xwe di dîrokê de girt, şervanên YPJ'ê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li cîhanê belav kir. Di sala 2019'an de bi sedan fedaiyên mîna Arîn Mîrkan, Rêwan Kobanê û Avesta Xabûr di bidawîkirina hebûna cografîk a DAIŞ'ê ya li Baxozê de bi rola herî mezin rabûn. Bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, jin di Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Erka Xweparastinê de bûn rêxistinên serbixwe û nîşan da ku parastin a civakê ye, ne ya desthilatê.

Jinan di avakirina pergala Xweseriya Demokratîk de jî bi awayekî aktîf cih girt û sîstema temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê di hemû qonaxên rêveberiyê de, ji komunan bigire heta meclisan, bi pêş xist. Di Hevpeymana Civakî de rêjeya nûnertiya jinan di hemû sazî û rêxistinan de wek ji sedî 50 hat diyarkirin. Her wiha hişmendiya jina azad ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji çandê heta çapemeniyê, ji ekolojiyê heta edaletê û ji aboriyê heta dîplomasiyê, li gelek qadan birêxistinbûyînên xweser zindî dike.

JINEOLOJÎ; ZANISTA JINAN

Ji bo afirandin û belavkirina zanist û zîhniyeta têkoşîna jinan ku gav bi gav li her hucreyeke civakê belav bû, xebatên zanistî û akademîk hatin meşandin. Xebatên jineolojiyê, çarçoveya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di parêznameya xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de pêşkêş û pênase kiriye, di sala 2011'an de dest pê kir.

Akademiya Jineolojiyê di sala 2015'an de di çarçoveya jineolojiyê de hat avakirin ku wek "Zanista Jinan", "Zanista Jiyanê", "Zanista Civakê", "Zanista Hevjiyanê", "Zanista Zanînê, Avabûnên Zanînê yên ku Modernîteya Demokratîk li ser bingeha wê ava dibe" tê pênasekirin. Mijarên ol, felsefe, zanist û mîtolojiyê bi perspektîfa jinan ji nû ve dinirxîne û li Kurdistan û gelek deverên cîhanê di vê çarçoveyê de semîner û konferans hatin lidarxistin; kamp û atolye hatin birêvebirin. Kovara Jineolojiyê di sala 2016'an de dest bi weşanê kir û di sala 2017'an de li Rojava navendên lêkolînê yên jineolojiyê hatin avakirin û li Zanîngeha Rojava jî Fakulteya Jineolojiyê hat avakirin. Sala 2018’an li Belçîkayê Navenda Jineolojiyê hate avakirin û li welatên cuda jî komîteyên jineolojiyê hatin avakirin û komxebat çêbûn.

RJAK; YEKEMÎN RÊXISTINA JINAN A LI BAŞÛR

Jinên Başûrê Kurdistanê bi perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan a "Şoreşa Başûr divê şoreşa jinan be" tev digerin û li ser esasê dijberiya hevkariya bi dewleta Tirk re li dijî êrişên hikumetê yên li ser xeta jinên azad têkoşîneke xurt dimeşînin.

Li dijî saziyên ku bi navê mafên jinan di bin desthilata PDK'ê de li Başûrê Kurdistanê hatine avakirin, lê rêveberên wê mêr in, vîna jinan a li qadên civakî, siyasî, aborî, perwerdeyî û çandî derxistin hole û gavên girîng hatin avêtin. Di encama van hewldanan de Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bû yekemîn rêxistina ku di 21'ê Kanûna 2002'yan de bi vîna jinan ava bû. RJAK di sala 2007’an de li gorî qanûnên Iraqê fermî bû û di sala 2009'an de navê xwe kir Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK).

LI ŞENGALÊ TAJÊ Û YJŞ

Jinên Şengalê di sala 2014'an de li dijî êrişa ku DAIŞ'ê di 3’yê Tebaxa 2014'an de pêk anî, Yekitiya Jinên Şengalê (YJŞ) ava kir û di dîroka êzidiyan de yekitiya jinan a yekemîn bû. Jin di paqijkirina Şengalê ji DAIŞ'ê de bi rola pêşengiyê rabûn û di heman demê de bingeha hêza xweparastinê ya pergala xweser a li Şengalê ava kir. Di sala 2019’an de li navçeya Xanesor a Şengalê, Asayîşa Jinan ava bû û di sala 2015’an de Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) di qadên civakî, siyasî û çandî de wek rêxistineke sîwanî ava bû.

LI ROJHILAT ARTÊŞA JINAN A YEKEMÎN

Jinên ku li dijî zîhniyeta desthilatdariyê ya li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê tê dikoşin, bi hişmendiya jinên azad têkoşîna xwe li qadên civakî û leşkerî didomînin.

Hêzên Parastina Jinan ên Rojhilatê Kurdistanê (HPJRK) di sala 2006'an de weke artêşa jinan a Rojhilatê Kurdistanê ya yekemîn ava bû û di sala 2014'an de navê xwe kir HPJ (Hêza Parastinê ya Jinan).

HPJ’ê li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan, têgîna parêzvaniya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêş xist.

'JIN JIYAN AZADÎ' Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Devereke ku nirxandin û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jin û jiyanê lê jîndar bûn, Rojhilatê Kurdistanê û Îran bû.

"Em her tim dibêjin ku şert û mercên tê de jin û jiyan ji jiyîn û jinbûnê dûr ketine, hilweşîn û belavbûna civakê nîşan didin. Bêyî ku em vê rastiyê çareser bikin û ji bo rêya azadiyê seferber bikin, hêmanên ku em dikarin jê re bibêjin şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û milîtan, nikarin bi rolekê rabin. Lê divê hûn hînkirin û temsîlkirina formula efsûnî ya azadiyê yan jî Jin-Jiyan-Azadiyê bidomînin." Ev perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan jîndar bû.

Jinên ji Rojhilat di qada civakî de tiştên nûwaze kirin û di sala 2014'an rêxistina Komelên Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ava kir û tevneke rêxistinî ava kir ku hemû Îranê vedihewîne. Feraseta jina azad berbelav dibû û li dijî zîhniyeta dewletê ya ku jinan tune dihesibîne, serhildanên "Jin, Jiyan, Azadî" li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir û li cîhanê belav bûn.

8'ê Îlona 2022'yan li dijî qetilkirina Şilêr Resûlî (36) û 16'ê Îlona 2022'yan li dijî qetilkirina Jîna Emînî (22) li Rojhilatê Kurdistanê û li gelemperiya Îranê bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' dest bi serhildanekê kirin. Serhildanan li tevahiya cîhanê deng veda û kir ku dewleta Îranê jî gavekê biavêje.