QSD: Li Reqa û Dêrazorê 3 DAIŞʹî hatin girtin

QSDʹê di 2 operasyonên ewlehî li gundewarên Reqa û Dêrazorê de 3 çeteyên DAIŞʹgirtin.

QSD: Li Reqa û Dêrazorê 3 DAIŞʹî hatin girtin
6 cotmeh, 2024   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniya girtina DAIŞʹiyan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSDʹê ji bo têkbirina şaneya çeteyên DAIŞʹê 2 operasyon ewlehî pêk anîn. Di operasyonan de 3 çeteyên DAIŞʹê yên ku di belavkirina fikra tundraw, çek û madeyên teqemeniyê li şaneyên li herêmê de çalak bûn, hatin girtin.

Her wiha navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyoneke yekemîn di 2ʹyê Cotmehê de li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Piştî agahî li ser terorîstê bi navê Xazî El Ferhan ê ji bajarokê Xeşam ê Dêrazorê hatin, tevgerên wî hatin şopandin, hêzan cihê veşartina wî diyar kir û ew girt.

Navendê aşkera kir ku Xazî ʹDewreyên şerîetêʹ ji ferdên rêxistina DAIŞʹê ya terorîst re li dar dixistin ku wan li ser fikra terorîst a tundraw perwerde bikin, her wiha fikrên ʹbanga cîhadêʹ belav dikir ku cewhera wê pêkanîna sûcên terorane li herêmê ye.

Li gorî daxuyaniya navendê TOLʹê di 3ʹyê Cotmehê de li gundê Hemrat ê bajarê Reqayê, piştî agahiyên têr û tije li ser tevgerên şaneyê û kiryarên wan wergirtine, cihê veşartina endamên şaneyê dorpêç kirin û operasyonek pêk anî. Di encamê de terorê bi navê Menhel Îbrahîm El Hemûd ê ji bajarê Humsê û terorekî din bi navê Medyen Îbrahîm El Hemûd ê ji heman bajarî girtin.

Navendê di daxuyaniya xwe de got her du terorîst karê wergirtin û belavkirina çekanû teqemenî û pêdiviyên leşkerî li ser şaneyên rêxistina DAIŞʹê ya terorîst dikir ku li dijî hêzan, sivîl û avahiyên giştî êrişên terorane pêk bînin.

(fr)