Gurbetellî Ersoz bû bersiva xweşikbûna jinê

Gurbetelî Ersos ku li Tirkiyeyê yekem Gerînendeya Weşana Giştî bû, kêlî bi kêlî, roj bi roj jiyan kir û bû bersiva bedewî, xweşikî û têkoşîna jinê.

Gurbetellî Ersoz bû bersiva xweşikbûna jinê
7 cotmeh 2024   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Îro (7’ê Cotmehê) salvegera şehadeta yek ji pêşengên jin ên têkoşîna azadiyê û ragihandina azad Gurbetellî Ersoz e. 

Gurbetellî Ersoz sala 1965’an de li navçeya Palu ya bajarê Xarpetê (Elezîz) ê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.  Beşa kîmiya ya Zanîngeha Edeneyê diqedîne, piştre di kovara 'Hedef' de kar dike. Dema ku xebatên rojnamgeriyê dimeşîne, 10’ê Kanûna 1990’î de tê girtin. 15 rojan di bin êşkenceyê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê tê girtin. Piştî tê berdan carek din karê rojnamegeriyê berdewam dike û dibe gerînendeya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ku li Bakurê Kurdistsanê û Tirkiyeyê xebatê dimeşîne.

Gurbetellî di hevpeyvînekê de dibêje "Ez li gundê Zîver ê navçeya Palû ya Elezîzê ji dayik bûm. Gundekî çiyayî ye. Ji sala 1993'yan ve tune ye, ji ber ku..." Ji ber ku ew gund jî mîna bi hezaran gundên din ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin."

Gurbetellî ku şahidiya şewitandina gundan, komkujî, windakirina bi zorê û tevahî zulma ku desthilata Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê dikir, bê tirs bi pênûsa xwe teşhîr kir

Gurbetellî Ersoz bi ber zextên zêde, biryara xwe da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bide meşandin û di sala 1995’an de bi navê Zeyneb Agir tevli nava gerîlayan dibe. Di 7’ê Cotmeha 1997’an de li herêma Başûrê Kurdistanê şehîd dibe.

Rojnivîska ku di navbera salên 1995 û 1997’an de nivîsî, piştre pirtûka bi navê “Rojnivîska Gurbet: Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” hat çapkirin.

Gurbetellî Ersoz di pirtûka xwe de behsa nirxên mirovî yên durist kiriye. Her wiha girêdana xwe ya bi netewe ve, hêvî, hês û hezkirina xwe  vedibêje.

Di pêşgotina pirtûkê de der barê Gurbetellî Ersoz de ev gotin cih digrin " Divê teqez nivîsên Gurbetellî bên xwendin. Ji ber ku ev nivîs beşek girîng a şoreşa Kurdistanê nîşan didin. Di şert û mercên newekhev de serkeftina mûcîzevî ya bawerî û hêviyê ya li hemberî pere, madiyat û teknîkê eşkere dibe. Gurbet prototîpa jina nû û jina azad e ku şoreşa Kurdistanê afirandiye ava dike. Tiştên Gurbetellî nivîsandine; efsûna gihandina şoreş, azadî, rizgarî û bûyîna 'welatîbûnê’ jî ye.

Roja şehateda Gurbetellî Ersoz, wekî roja rojnamevaniya jin ên Kurd hatiye îlankirin.

Di salvegera şehadeta şoreşger, rojnamevan û ronakbîr Gurbetellî Ersoz em ê beşekê ji rojnivîsên wê biweşînin:

AFIRANDINA BEDEWIYÊ HEZKIRINA RASTÎN E

Gurbetellî Ersoz a da zanîn ku piştî salan rastiya PKK'ê fêm kiriye û bi van gotinan balê dikşîne ser polîtîkayên şerê taybet: “Ez kêm be jî ne rewşenbîr im, têgihîştina min a şoreşgeriyê jî baş e. Ez bawer dikim ku min di mijara hezkirina mirovan de di nava xwe de pêşketinek çêkir. Berê hezkirina min a mirovan li gorî têgihîştina rewşenbîriya biçûk-burjûwa bû. Ya xweşik, baş dihatin hezkirin lê afirandina ya bedew hezkirina rast bû. Afirandina hezkirin, afirandina ya tê hezkirin, bi ked û azweriyek mezin afirandina mirov... Bi taybetî li qada Başûr ku herî zêde şerê bidawîkirina mirovahiyê tê kirin û hemû rêbazên şerê taybet tên bikaranîn; şerê ji nû ve afirandina mirovan hin zêdetir dijwartir e lê bi heman awayî watedar e. Niha jî bi lez û bez hewl tê dayîn destpêkê ciwantî ji ve rewşa ketî bê rizgarkirin kirin. Şerê taybet ne tenê dixwaze karê me yê niha pûç bike, dixwaze neteweyek ku di demeke dirêj de hatiye tunekirin, di heman rewşê de bihêle. Di mirovên ku hêviyên wan winda bûne de hêviyek, bawerî, daxwaza jiyanê, lêgerîn afirandin û ji bo vê jî şerekî mezin ê îdeolojîk meşandin aliyê herî dijwar ê şerê me ye.”

ŞOREŞ SERKEFTINA LI DIJÎ ZEHMETIYAN E

Gurbetellî Ersoz di pirtûka xwe de bi gotinên; "Pir girîng bû ku mirov kêlî bi kêlî, roj bi roj bijî têbigihîje biserxistina tiştên zehmet şoreş e, afirandina xweşiktî û vê di xwe de biserxistin mimkun e" wiha berdewam dike: “Ji nû ve azadî û koletiyê û di her helwest, sekin û gotinê de serdestkirina vê gelekî girîng bû. Ez dikarim bibêjim ku ez nû gihîştim hişmendiya rêxistinbûnê û ya herî balkêş min şerê ku Rêbertî dida di van qadan de bi awayekî pir zelal dît. Ez diyarkirina Serokê Partiyê ya “Divê tu bi yekbûna çiya û welat re xwe bibînî ” esas girt. Serokê min welat, çiya bandorker in. Li vir kesayet pir bi zelalî derdikevin holê, bi qasî qelsiyan, diyar dibe ku hêza te ya esasî çi ye. Her ku hêza ramanê bi pêş dikeve û pratîze dibe, azadî jî wateya xwe dibîne. Berê çiya di dilê min de bûn lê min dît ku neqişandina dilê xwe ya li çiyayan şer e. Di hawirdora bedewiya bêdawî de, li dijî ên ne xweşik şer dijwar e; wek esaleta laleyên di  zinaran de şîn dibin. Şerê piralî bi rastî jî bihêz dike ku ew di fizîka min de jî xuya bû.

 “DIVÊ EM MAFÊ XWE YÊ JIYANÊ JI NÛ VE LÊPIRSÎN BIKIN

Gurbetellî Ersoz di pirtûka xwe de bi pirsa: “Gelo helwest û rewşa me ya li dijî jiyanê, mirovî ye?”, cih dide van gotinan: “Xwedîbûna dozeke mezin û bilind, yezkirina jiyanê. Ma dibe bê fikîrin ku jin ji zayenda xwe hez neke? Çima dema tê gotin hezkirin, hezkirina zayenda din tê bîra me? Ma hezkirinek bi vî awayî dibe? An kesê ku wek min jê hez bike nedîtî be! Erê, dem bi dem kesên ku kêfa tê jê re tê û tê ecibandin çêbûne lê hezkirin tune ye! Ez ê we û wan bidim jiyîn. Wek Agir! dema em li bersiva pirsa ‘Divê em çawa bijîn?’ digerin, dema şerê afirandina ferdên wî didin, li aliyê din û yê herî girîng jî divê em jiyana xwe biparêzin. Divê em mafê xwe yê jiyanê ji nû ve lêpirsîn bikin. Em çiqas heqê jiyanê  didin, em çiqas nûnertiya jiyanê dikin! Aliyên me yên mirî çiqas in?”

Di 7'ê Cotmeha 2013'an de ji bo medyaya jinan a birêxistinkirî li çiyayên Kurdistanê di salvegera şehadeta wê de hevalên Gurbetellî Ersoz, Yekitiya Ragihandina Jinên Kurdistanê (RAJIN)  hat avakirin. Yek ji rêgezên damezirîner ên RAJIN'ê ew e ku zimanê zayendîperest, nîjadperest û netewperest di çapemeniyê de were derbaskirin û bi nêrîna azadîxwaz a jinan weşangerî were geşkirin û projeyên şehîdên çapemeniyê yên jinan ên neqediyayî, werin bicihanîn.

(bb)

ANHA