Hêzên hikumeta demkî êrişî Siwêdayê kirin: Kuştî û birîndar hene

Fermandariya Hêzên Parzêvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku di êrişên hêzên hikumeta demkî yên li ser bajar de kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûne.

Hêzên hikumeta demkî êrişî Siwêdayê kirin: Kuştî û birîndar hene
3 tîrmeh, 2026   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê îro daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li eniyên rojeva û bakurê rojavayê bajar duh derengî şevê bi dron û hemû cûreyên çekên navîn û giran êrişî taxên niştecihan ên bajêr kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di encama êrişê de kesek hat kuştin û hejmarek sivîl û endamên wê birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, "ev êriş niyeteke aşkera ya derxistina tevliheviyan û xistina jiyana şêniyan nava xetereyê de destnîşan dike."

Fermandariyê diyar kir ku hêzên wê li gorî rêgezên şer, bersiva jêdera êrişan dan.

(bb)