Têkiliyên Libnan û Sûriyeyê û danûstandinên Washington û Tehranê di medyay Erebî de

Medyaya Erebî nivîsî ku têkiliyên Libnan –Sûriyeyê ber bi qonaxeke nû ya hevrêziyê ve diçin, her wiha bal kişandin ser danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de û fikarên Îranê yên li ser her lihevkirineke Amerîka - Çînê ku dikare bandorê li desthilata wê li herêmê bike.

Têkiliyên Libnan û Sûriyeyê û danûstandinên Washington û Tehranê di medyay Erebî de
12 gulan, 2026   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro sibê bal kişand ser pêşveçûna têkiliyên Libnan-Sûriyeyê, ligel zêdebûna aloziyên li dora nakokiya Amerîka - Îranî û fikarên Îranê yên li ser nêzîkbûna di navbera Washington û Pekînê de.

ŞAM-BEYRÛT: JI DEMA WESAYETÊ BERBI HEVKARIYÊ VE

Di derbarê têkiliyên Libnan û Sûriyeyê, rojnameya "Asas Media" serdana Serokwezîrê Libnanî Newaf Salam bo Şamê nirixand, û da zanîn ku ev nîşan dide ku têkiliyên di navbera her du welatan de ji qonaxeke wesayet û aloziyê berbi qonaxeke li ser bingeha hevkariyê û berjewendiyên hevpar ve diçe.

Rojnameyê destnîşan kir ku hevdîtinên di navbera şandeya Libnanê û Serokê Sûriyeyê Ehmed El Şaraa de, ji bilî veguhastin, bazirganî û enerjiyê, mijarên siyasî, aborî û ewlehiyê, di nav de ewlehiya sînor, qaçaxçît û penaber, nîqaş kirin.

VEGERE BO XALA SIFRÊ

Derbarê nakokiya di navbera DYA`ê û Îranê de, rojnameya El Xalîc diyar kir ku herêm piştî ku Washingtonê bersiva Îranê ya ji bo pêşniyarên DYA`ê yên ji bo agirbest û ji nû ve destpêkirina danûstandinan red kir, vegeriyaye "xala sifrê".

Rojnameyê diyar kir ku Tehran li ser bernameya xwe ya nukleerî tawîzan nade, li şûna wê li ser şertên têkildarî rakirina cezayan, garantiyên ewlehiyê û vekirina Tengava Hurmuzê, ku Washingtonê qebûl nedikir, disekine.

Rojnameyê destnîşan kir ku arîşeya berdewam îhtîmala pevçûna leşkerî ya nû zêde dike, bi taybet ji ber kombûna leşkerî ya berdewam a DYA`ê û gefên Îsraîlê yên ji bo ji nû ve destpêkirina operasyonan li dijî Îranê.

ÎRAN JI NÊZÎKBÛNA AMERÎKA-ÇÎNÊ DITIRSE

Rojnameya El Ereb, fikarên Îranê yên li ser îhtîmala lihevkirinên DYA`ê û Çînê li ser hesabê Tehranê, nirixand. Ji ber civîna ku tê peyin di navbera Serokê DYA`ê Donald Trump û hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping de were lidarxistin.

Rojnameyê destnîşan kir ku Îran li her nêzîkbûneke muhtemel a di navbera her du hêzan de bi fikar e, ji ber ku ditirse pirsgirêka Îranê di nav dosyayên bazirganî, enerjî û ewlehiya navneteweyî de bibe pelikek danûstandinê.

(k)