Li başûrê Libnanê di êrişa Îsraîlê de 6 kes hatin kuştin

Hêzên Îsraîlê li başûr û rohilatê Libnanê êirş pêk anîn di encamê de 6 kes hatin kuştin û 7 birîndar bûn.

Li başûrê Libnanê di êrişa Îsraîlê de 6 kes hatin kuştin
12 gulan, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya fermî ya Libnanê ragihand ku di êrişa asmanî ya Îsraîlê de li ser bajarokê Kfardûnînê yê başûrê welêt şeva Duşemê 6 ​​kes hatin kuştin.

Ajansê diyar kir ku "balafirên şer ên dijmin di şevê de êrişî xaniyekî li Kfardûnînê kirin, di encamê de 6 kes şehîd û 7 birîndar bûn."

Artêşa Îsraîlê îro sibê "hişyariyek lezgîn" da şênyên bajarokê Sehmerê li Geliyê Bekaayê yê rojhilatê Libnanê, û ji wan xwest ku ji bo amadekariya êrişên asmanî "tavilê" malên xwe vala bikin.

(k)