Heyva Sor a Kurd: Têkiliya me bi endamekî me re qut bûye

Heyva Sor a Kurd ragihand ku ji 18’ê Çileyê ve têkiliya wan bi endamê wan Tahir Rakan Tahir re qut bûye, dema ku ew ji Reqayê ji bo erkên xwe yên mirovî pêk bîne diçû Hesekê.

Heyva Sor a Kurd: Têkiliya me bi endamekî me re qut bûye
28 ÇILE, 2026   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, ragihand ku ji 18`ê Çileyê ve têkiliya wan bi endamê wan Tahir Rakan Tahir re qut bûye û da zanîn ku endamê wan di çarçoveya alîkarî û hewldanên mirovî de ji bo alîkariya kesên ku ziyan li wan bûye, ji Reqayê ber bi Hesekê ve diçû.

Heyva Sor a Kurd wiha lê zêde kir: "Me rapor wergirtine ku karwanên sivîl û xebatkarên bijîşkî ji hêla komên çekdar ên li herêmê ve rastî êrişan tên. Li gorî van raporan, em pir bi fikar in ku hevkarê me Tahir Rakan Tahir dibe ku ji hêla van koman ve hatibe birîndarkirin an jî hatibe girtin.”

Heyva Sor a Kurd hikumeta demkî ji parastina xebatkarên tenduristiyê û mirovî yên ku li herêmên şer dixebitin, berpirsyar girt û diyar kir: “Em hikumeta demkî di ber ewlehiya hevkarê me Taher Rakan Taher de berpirsiyar dibînin. Em bang li hikumetê dikin ku bi lezgînî tev bigere û hemû tedbîrên pêwîst bigirin da ku ew tavilê were berdan û vegere nav malbat û xizmên xwe.”

(k)