Têkildarî çarenûsa "çekdarên Uygurî" yên li Sûriyeyê agahiyên nakok

AFP'ê ku xwe agahiyên xwe spartine çavkaniyekî "dîplomasî yê Sûriyeyî" ragihand ku niyeta hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heye ku bi sedan çekdarên Uygur ên Çînî radestî Çînê bike. Lê Şamê ev agahî derewandin.

Têkildarî çarenûsa "çekdarên Uygurî" yên li Sûriyeyê agahiyên nakok
17 mijdar, 2025   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî "dîplomasî yê Sûriyeyî" ragihand ku niyeta hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heye ku nêzî 400 çekdarên Uygurî yên Çînî, di dema bê de radestî Çînê bike. Hat destnîşankirin dê dosyaya çekdarên Uygurî di serdana El Şêbanî bo Pekînê de bê pêşkêşkirin û li gorî çavkanî wê proseya teslîmkirinê li ser daxwaza Çînê kom komî be.

Girêdayî mijarê, Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ew agahî derewandin û got, "Tu rastiya agahiyên ku AFPˊê, li ser niyeta hikumeta Sûriyeyê ya teslîmkirina tu çekdarekî parve kirine, nîn e", lê hikumeta hûrgiliyên dîtir parve nekirin.

Ligel derewandina fermî, lê nakokiya van duxuyaniyan li gel çekdarên Uygur ên Çînî yên li Sûriyeyê fikar çêkirin, bi taybet piştî rapora dawî ya tûra "DW" ya Almanyayê. Tûra "DW" ya Almanyayê di rapora xwe de diyar kir ku "dosyaya cîhadîstên Uygurî dê di serdana El Şêbanî de li ser maseyê be."

DW'ê diyar kir ku El Şêbanî soz dabû Pekînê ku "Welatê wî rê nade tu çalakiyên zirarê bigihîne ewlehiya neteweyî ya Çînê", di heman demê de hempîşeyê wî yê Çînî Wang Yi soz dabû El Şêbanî ku ew ê di mijara jinûve tamîrkirina Sûriyeyê de alîkariyê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Çînê di Mijdarê de li ser mijara derxistina serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û wezîrê wî yê karên hundirîn ji lîsteya navneteweyî ya cezayan, deng neda.

(mh/fr)