Siyasetmedar û rewşenbîran doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku tecrîda berdewam a li ser rêber Abdullah Ocalan dibe astengî li pêşiya pêşketina pêvajoya aştiyê û avakirina civaka demokratîk li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê. Her wiha da zanîn ku divê desthilata Tirk ji bo serkeftina pêvajoyê gavên pratîk biavêje.

Siyasetmedar û rewşenbîran doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
18 mijdar, 2025   02:35
HESEKE
CAN ILÊWÎ

Rewşenbîr û siyasetmedarên li bajarê Dirbêsiyê fikarên xwe yên li ser tecrîda berdewam a li ser rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û diyar kir ku rakirina vê tecrîdê gaveke bingehîn e ber bi serkeftina pêvajoya aştiyê ve.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Umar Şêxmûs diyar kir ku pêşketina pêvajoya aştiyê û avakirina civakek demokratîk li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dê ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî bibe egera encamên erênî. Ji ber vê yekê, divê desthilata Tirkiyeyê gavên pratîk ber bi vê pêvajoyê ve bavêje. Şêxmûs da zanîn ku rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî yek ji van gavan a herî girîng e.

Şêxmûs wiha lê zêde kir: "Armanca berdewamiya tecrîdê û hewldana qelskirina rola siyasî ya rêber Abdullah Ocalan di pêvajoyê de, têkbirina diyaloga ji bo aştiyê ye. Gavên pratîkî yên ku ji hêla rêber Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine avêtin, cidîbûna wan a pêkanîna aştiyê de nîşan dide û  cîhaê re nîşan dide ku Kurd pabendî vê pêvajoyê ne. Lêbelê, ev gav hîn jî li benda gavên cidî ne ji aliyê Tirkiyeyê ve, da ku pêvajo bi ser bikeve. "

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Siû Miêş jî der barê mijarê de got: "Rêber Abdullah Ocalan xwedî nîrîneke siyasî ya berfireh e û bi berdewamî polîtîkayên xwe pêş dixe da ku herêmê ber bi paşerojek çêtir ve bibe. Niha, desthilata Tirkiyeyê hewl dide ku rola wî ya siyasî di pêvajoya aştiyê û avakirina civakek demokratîk de qels bike û gelê Kurd ji bo sed salên din jî bixapînin."

Miêş got: “Pêkanîna aştiyê û avakirina civakek demokratîk dê herêmê ber bi serdemek nû ya biratî û jiyana hevbeş ve bibe, û gavên pratîkî yên ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd ve hatine avêtin ji bo pêkanîna vê biratiyê ne. "

Miêş axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji bo ku pêvajo bi rêk û pêk bimeşe, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn.”

(k)

ANHA