Tehranê nasnameya êrişkarekî êrişa li Kirmanê aşkera kir

Wezîrê karên hundir ê Îranê Ehmed Wahîdî nasnameya êrişkarekî xwekuj ê êrişa li bajarê Kirmanê aşkera kir.

Tehranê nasnameya êrişkarekî êrişa li Kirmanê aşkera kir
10 ÇILE, 2024   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa ÎRNA ya Îranê Ehmed Wahîdî di civîneke çapemeniyê de gotiye: "Yek ji êrişkaran Tacîk e û îhtîmal heye ya din jî wisa be."

Wahîdî wiha domand: "Yek ji kesên têkiliya wan bi êrişan heye, hate girtin.”

Çeteyên DAIŞ`ê beriya çend rojan ragihandibû ku wan êriş pêk aniye.

Li gorî daneyên dawîn, di êrişê de 93 kes hatine kuştin û 284 kes jî birîndar bûne.

(şx)