Şehîdên Komkujiya Parîsê li Minbicê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku gelê herêmê dê bi pêşengiya jinan têkoşîn û berxwedanê bidomîne.

Şehîdên Komkujiya Parîsê li Minbicê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Minbicê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Minbicê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Minbicê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Minbicê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Minbicê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Minbicê hatin bibîranîn
10 ÇILE, 2024   14:51
MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê merasîmek li dar xist. Endamên meclisên kantonê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîmê bûn ku li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr li dar ket.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê Rebî El Hemade axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji berê ve dixwaze gelê herêmê qir bike. Lê em ê her û her ji bo azadiya xwe û azadiya gelan tê bikoşin.”

El Hemade diyar kir ku Komkujiya Parîsê ya yekemîn berdewama Komkujiya Dêrsimê ye.

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Riweyda Hinêzel axivî û şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn û banga hesabpirsîna ji sûcdaran kir.

Her wiha Riweyda destnîşan kir ku gelê herêmê bi pêşengiya jinan dê berxwedan û têkoşînê berdewam bikin.

Di merasîmê de sînevîzyonek têkildarî jiyana şehîdên komkujiyê hate pêşandan.

(şx)

ANHA