Tehranê daxuyaniyên Trump ên têkildarî agirbestê derewandin

Tehranê daxuyaniyên Trump ên têkildarî daxwaza Îranê ya agirbestê derewandin û diyar kir ku "ev daxuyanî dûrî rastiyê ne".

Tehranê daxuyaniyên Trump ên têkildarî agirbestê derewandin
1 nîsan, 2026   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Tehranê diyar kir ku daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ên têkildarî daxwaza Îranê ya agirbestê derew in û dûrî rastiyê ne.

Trump gotibû ku rêveberiya nû ya Îranê ji Washingtonê daxwaza agirbestê kiriye. Trump agirbest bi şertê ku Tengava Hurmuzê bê vekrin ve girêda. Serokê Meclîsa Îranê Qalîbaf bi tundî bertek nîşanî rayedarên DYA’yê da.

(fr)