Tehran di pêvajoya îmzekirina hevkariya aborî bi hikumeta Şamê re ye

Serokê Îranê bi wekalet ragihand ku reşnivîsa lihevkirina hevkariya aborî ya demdirêj di navbera Îran û hikumeta Şamê de ji parlamentoyê re şandiye ku li ser erê bike.

Tehran di pêvajoya îmzekirina hevkariya aborî bi hikumeta Şamê re ye
8 tîrmeh, 2024   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Mehr a Îranê, serokê Îranê bi wekalet Mihemed Muxbar reşnivîsa lihevkirina hevkariya aborî ya stratejîk û demdirêj a di navbera Îran û hikumeta Şamê de ji parlamentoya Îranê re şand.

Ajansê diyar kir ku Mihemed Muxbar peyamek ji serokê Meclisa Şêwirê Mihemed Baqir Qalîbav re der barê projeya lihevkirina stratejîk û demdirêj a hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de şandiye.

Li gorî madeya 77ˊan a destûrê, her peymane, lihevkirin an jî peymaneke navneteweyî di navbera Îran, dewlet an jî saziyên navneteweyî de divê bi erêkirina Meclisa Şêwirê be.

(fr)