MSD: Divê têkilî bi hemû beşên civakê re bên danîn

MSDˊê bi nûnerên partiyên siyasî yên li kantona Tebqayê re civiya ku rola partiyan di siyasetê de aktîvtir be û got divê têkilî bi hemû beşên civakê re bên danîn û têkilî bi hundirê Sûriyeyê bên xurtkirin.

MSD: Divê têkilî bi hemû beşên civakê re bên danîn
8 tîrmeh, 2024   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya yekemîn bi Koordînasyona Têkiliyên Partiyên Siyasî li Tebqayê re li hola meclisa rêveber bi beşdariya nûnerên ji partiyên siyasî yên xwecihî re li dar xist. Civîn ji bo aktîvkirina rola partiyan û zêdekirina çalakbûna wan di siyaseta xwecihî de hat lidarxistin.

Di civînê de rewşa siyasî hat nîqaşkirin, belgeyên siyasî yên MSDˊê hatin pêşkêşkirin. Her wiha bal li ser rola partiyên siyasî di zanakirin û rêxistinkirina civakê de hat kişandin û teqezî bi girîngiya têkiliyê bi hemû beşên civakê re û xurtkirina têkiliyan bi hundirê Sûriyeyê re hat kirin.

Beşdaran diyar kir ku divê diyaloga sûrî pêk were ku sûriyeyî bibin yek, her wiha gelek pêşniyar hatin kirin ku balê bikişînin ser rewşa li bakurê rojavayê Sûriyeyê, xurtkirina têkiliyê bi sûriyeyiyên li wan herêman re û dewamkirina xebata Komîteya Xebata Nîştimanî.

Ev civîn weke gava yekemîn a aktîvkirina rola partiyan û zêdekirina çalakbûna wan di dîmena siyasî ya xwecihî de. Her wiha armanca civînê nasandina pêdiviyên qonaxê û piştgiriya metoda xebata nîştimanî ku MSDˊê bi rê ve dibe.

(fr)