Asayişa Êzidxanê: Dewleta Tirk wesayîta ragihandina azad hedef girt

Li gorî agahiyên dawî yên ji Asayîşa Êzidxanê hatine girtin, êrişa li dijî tîma Çira TV û Çira FM’ê ya li navbera Tilqeseb û navenda Şengalê de ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk ve hatiye hedefgirtin û di encamê de nûçegihana Çira TV Medya Hesen Kemal û nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Birahîm û ajokar Xelef Xidir birîndar bûn.

Asayişa Êzidxanê: Dewleta Tirk wesayîta ragihandina azad hedef girt
8 tîrmeh, 2024   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên nîvro de li dijî wesayîta tîmeke ragihandina azad ya Şengalê êrişeke hewayî pêk hat. Tîma Çira TV û Çira FM’ê ku ji bo nûçeyên salvegera fermanê serdana Tilqesebê kiribû, di vegera navenda Şengalê de rastî êrişa hewayî ya dewleta Tirk hat.

Li gorî agahiyên dawî ku ji Asayîşa Êzidxanê hatine girtin, êriş ji aliyê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Di encama êrişê de 3 endamên ragihandinê birîndar bûne. Nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza yê ji eşîra Hebabî, nûçegihana Çira Tv Medya Hesen Kemal ya ji eşîra Cindo û ajokarê wesayîta ragihandinê Xelef Xidir bîrîndar bûne.

Her wiha wesayîtek welatiyan ku hate zelakirin 3 kes têde bûn, lê nasnameya wan hîn bidest neketiye li ber êrişê ketiye. Di encamê de 3 welatî birîndar bûne û li nexweşxaneya Şengalê tên dermankirin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku dezgeha şerê taybet ya MîT-Parastin ya bi navê ‘Dije Terora Kurdistan’ wesayîta hempişeyên me weke wesayîta PKK’ê servîs kir. Ragihandina şerê taybet ya PDK’ê ku xwe dispêrin agahiyên manîpulatîf yên Heyder Şeşo û ‘Dije Terora Kurdistan’ jî heman nûçe servîs kirin.

Lê hemû kesên ku birîndar bûne welatiyên sivîl û rojnamevanin. Mirad Mîrza Hebabî jî demeke ne dirêje derbazî xebatên ragihandina azad bûye. Birayekî Mirad jî di dema fermanê de winda bûye û hîn jî çarenûsa wî nayê zanîn. Xwişkek wî ji destê DAIŞ’ê rizgar bûye.