4`emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî bi dawî bû

4`emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî roja duyemîn de bi pêşandana berhemên folklorî û hunerî yên çanda herêmê bi dawî bû. Beşdaran destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevî dagirkeriya xwe jî nikare nasname û kokên wan ên di herêmê de şax dane, tune bike.

29 cotmeh, 2023   19:55
EYN ÎSA

Duh 4`emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî bi dirûşma "Vejandina kultûrê girêdana bi welat re diyar dike" hat lidarxistin. Di festîvalê de şêniyên herêma Eyn Îsayê û koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî, şandeyên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Feyrûz Xelîl, Hîbe Mihemed, Gulan Efrîn, Hemdan El Ebid û Serfiraz Şerîf beşdar bûn.

Festîval ji aliyê Komîteya Çandê ya Meclisa kantona Girê Spî ve li nêzî kampa koçberên Girê Spî ya bakurê Reqayê, li nêzî gundê Til El Simin hat lidarxistin.

Duh gelek berhemên hunerî wek pêşbirka hespên resen hatin pêşandan.

Her wiha jinan gelek amûrên çandî û kelûpelên jiyana rojane, destar, nanê tenikî, rêbazên peydakirina avê, çêkirina tevnê pêşandan.

Koma Kobanê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, Koma Navenda Çandê ya Reqayê Mewliye stran ji çanda kurdî û ya herêmê gotin.

Festîval di roja xwe ya duyemîn û dawî de bi pêşandanên deve û govendên kevneşopî û folklorî ji aliyê komên folklorî yên bajarê Reqa, Tebqa û Kobanê ve berdewam kir.

Têkildarî festîvalê koçberê ji Girê Spî yê bi navê Ehmed El Sayir destnîşan kir ku her kes di vê festîvalê de armanca dike ku wêne û reseniya xwe nîşan bide.

El Sayir diyar kir ku tevî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên tunekirina nasnameya gelên herêmê jî, ew ê e girêdayî çand û kultûra xwe bin û rê nedin siyasetên tirkkirina herêmên dagirkirî.

Festîval bi gerandina govendên çanda herêmê bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA