‘Tecrîd biryareke polîtîk a ji bo birîna dengê azadiyê ye’

Şêniyên Girkê Legê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got tecrîd siyasî ye, “armanca wê bêdengkirina dengê azadî û ramanên demokratîk e”.

‘Tecrîd biryareke polîtîk a ji bo birîna dengê azadiyê ye’
24 cotmeh, 2025   03:40
QMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê tecrîda domdar a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got tecrîd binpêkirina mafên mirovan û ramanên azad e.

Egîd Ebdulmecîd diyar kir ku qedexeya hevdîtina komîteyê bi Rêber Abdullah Ocalan biryareke siyasî ye, armanc jê veşartina heqîqeta di ramanên wî de ye. Ebdulmecîd destnîşan kir ku tecrîd ne tenê di nav çar dîwarên girtîgehê ye, lê belê hewldaneke ji bo rêgirtina li ber belavbûna peyama aştî û wekheviyê ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Egîd Ebdulmecîd anî ziman ku israra desthilatdariya Tirk a qedexekirina hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, tirsa wê ya ji bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser gel nîşan dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêzên hegemon û desthilata mutleq her bangeke aştî û diyaloga demokratîk wekî gefekê li ser pergala xwe dibînin."

Beraa Xişo jî qedexeya hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan bi "hewldaneke aşkera ya bêdengkirina jinan û civaka zana" bi nav kir û got felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hêz da jinan da ku jiyana xwe bi rêxistin bikin û beşdarî avakirina biryaran bidin.

Beraa Xişo di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca tecrîdê nehêlin nameyên Rêber Abdullah Ocalan ku banga ramana azad û guhertina erênî dike belav bibin û got, dewleta Tirk dizane ku bandora ramanên wî girtîgehê derbas dibe û dighêje her mirovek azad.

Şêxmûs Cuma jî qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan bi "Polîtîk ku tirsa dewleta Tirk ji belavbûna ramanên azad û serbixwe nîşan dide" nirxand û got: "Dengê Rêbertî yekbûna gelan ava dike û nirxên edalet û wekheviyê xurt dikin. Lê dewlet ji bo parastina berjewendiyên xwe nahêlin ev yek pêk werin."

Şêxmûs Cuma diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ne dozeke şexsî ye, lê belê doza hemû gelên azadîxwaz e û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Ramanên wî şertekî esasî yên pêkanîna aştî û edalet li herêmê ye. Helwesta Tirk ne tenê li dijî Rêbertî ye, lê belê îradeya gelên azadîxwaz û ramanên wê yên xweser dike armanc.”

(bb)

ANHA