‘Dirêjkirina dema mayîna hêzên Tirkiyê siyasetek turanîst e’

Lêkolîner û çalakvanan destnîşan kir ku dewleta Tirk “siyasetek turanîst” dimeşîne û bi navê dirêjkirina erkê artêşa xwe li Sûriye û Iraqê bi hincetên kevin dixwaze dagirkeriya xwe mayînde bike. lêkolîneran got bi vê yekê tê îsbatkirin ku dewleta Tirk di pêkanîna pêvajoya aştiyê ya bi PKKˊê re ne cidî ye.

‘Dirêjkirina dema mayîna hêzên Tirkiyê siyasetek turanîst e’
24 cotmeh, 2025   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Tirkiyê biryara dirêjkirina erka artêşa Tirk a dagirker li Sûriyeyê û Iraqê ji bo 3 salên din pejirand.

Daîreya çapemeniyê ya parlamentoya Tirkiyeyê daxuyand ku "Parlamentoyê pêşniyara serokatiyê ya dirêjkirina 3 salan a mandata hêzên çekdar ên Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê erê kir."

Li gel Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, avêtina gavên pratîkî ji hêla PKKˊê ve ji bo pêkanîna pêşketinekê di vê pêvajoyê de, hewlên lihevkirina aliyên siyasî li Sûriyeyê, lê dewleta Tirk a dagirker hîna ji bo dagirkirina herêmê hincetên kevin pêşkêş dike.

‘SIYASETA TIRKIYÊ YA TURANÎST DIDOME’

Lêkolînerê Lubnanî Elî Yehya der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Ev biryara Enqerê ya dirêjkirina mayîna hêzên wan ên leşkerî li Sûriyeyê û Iraqê ji bo 3 salên din, biryarek e di kêliyeke herêmî û navneteweyî ya gelekî hesas de hat dayîn. Di aliyê hindirîn de ev biryar hemwextî guhertinên siyasyî yên dewleta kûr bi mijara PKK’ê re têkildar e, tê. Di aliyê herêmî de jî guhertinên giyosiyasî di herêmê de heye, beriya 9 mehan guhertina di Sûriyeyê de pêk hat û destê dewleta Tirk di guhertina heyî de mezin bû. Niha di welat de xetên hêzên herêmî û navneteweyî bi hev re hatine girêdan.”

Yehya di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di aliyê navneteweyî de jî bi şerê Ukraynayê re nexşeyên li rojavayê Asya û heta Afrîkayê gûr bûne, dewleta Tirk jî dixwaze destkeftiyên xwe yên ji rêya Zangezur û heta Lîbyayê biparêze û wiha dom kir: “Diyar e ev biryara parlamentoya Tirkiyeyê bi armanca berdewama şerê li dijî PKK’ê li Iraqê û li dijî QSD’ê li Sûriyeyê hatiye dayîn. Lê di cewherê xwe de wateyên mezintir digire, ew dixwaze hebûna xwe ya herêmî ya kevin vejîn bike.”

Yehya da zanîn ku berfirehkirina heyî û dagirkerî û êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ne tevgereke rûtîn in û diyar kir ku: “Ew ragihandin niyeta wê ya mayînê ye. Dixwaze bi erêkirina Amerîka di sazkirina desthilata nû ya Sûriyeyê de bimîne. Di heman demê de dengeyên ewlekariyê li bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) di destê xwe de bihêle. Dewleta Tirk rewşa valatiya heyî dizane, ku heger derkeve dê valatiyekê li şûna xwe bihêle. Dibe hêzên din valatiya li şûna wî dagirin, wekî Îran, an Îmarat an hêzên din girêdayî rêjîma berê ya Sûriyeyê xwe ji nû ve ava bikin. Ji ber wê dewleta Tirk cihê xwe di meydanê de diparêze.”

Lêkolînerê siyasî yê Lubnanî Elî Yehya di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku "Dewleta Tirk mijarên ewlekarî, erdnîgarî û siyasî li gorî nêrîna xwe ya turanî digire dest. Ew tu carî dûrî maseya ji nû ve xêzkirina herêma rojhilat dûr neketiye, çi di danîna xêzên nû de, çi jî dozên ewleheyî yên nû di herêmê de be.”

ˊLÊGERÎNA DABEŞÎ Û TESBÎTKIRINA SERWERIYÊˊ

Yehya li ser rewşa Sûriyeyê jî ev agahî dan: “Bi mayîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk di Sûriyeyê de wê di aliyê meydanî de bimîne hêza herî bi bandor û guhertinê di rewşa elehî, siyasî û aborî de çêke, bi taybet di vê qonaxa veguhêz a ku Sûriye xwedî li nasnameya xwe ya nû derdikeve."

Yehya da zanîn ku dewleta Tirk hêvî dike ku desthilatdariya xwe bi hêzên defakto wekî Îsraîl, Amerîka û Rûsiya re par ve bike û wiha dom kir: “Dewleta Tirk dixwaze bi wan re cihê xwe di endazyarkirina rewşa Kurdan de bigire, rê li ber derketina hêzeke li derveyî paskê wê bigire. Li kêlek wê jî gengaz e ku hêzeke din bi hevkariya Tirkiyê yan rûbirûbûna pê re, bixwaze xwe li herêmê bi cih bike, ev jî wê hevrikiyek giyosiyasî çêbike.”

Têkildarî rewşa Iraqî jî Yehya got: “Mayîna dewleta Tirk û berfirehkirina herêman niyeta wê diyar dike. Ew dixwaze opersyonên xwe yên li dijî PKK’ê li Başûr bidomîne. Dibe ku cihê hebûna xwe berfirehtir bike. Ev yek jî wê bandorê li ser têkiliyên wê bi Bexdayê re jî bike. Lê ev dê deriyên lihevkirinên ewlehiyê yên bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re veke, ku bi Tirkiyê re di mijara hêza PKK’ê de bi fikar in.”

Lêkolînerê Elî Yehya di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk di rewşa herêmî ya berfirhetir de ye û got: “Ew xwe wekî aliyekî garantor di qonaxa jinûve endazyarkirina herêmê d, piştî hilweşîna rejîma sûriyeyê nîşan dide. Hebûna wê li Sûriyeyê û Iraqê cihê wê di hevkêşeya ewlehiya giştî ya nû li Rojhilata Navîn û bakurê rojhilat de xurt dike."

ˋTIRKIYE DI PÊKANÎNA PEYMANA AŞTIYÊ DE NE CIDÎ YEˊ

Parêzer û çalakvanê siyasyî yê Sûriyeyî Adil El Hadî der barê mijarê de diyar kir ku: “Beriya dewleta Tirk para xwe ji her du welatan bi rêya itîfaqên fermî bi hikûmetên Sûriyeyê û Iraqê misoger neke, zehmet e dev ji hebûna xwe ya leşkerî di Sûriyeyê û Iraqê de berde. Dixwaze ev yek bi erêkirina rêveberiya Amerîkayê jî pêk were."

El Hadî, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku "Peymanên siyasî yên ku dewleta Tirk hewl dide tê de bimeşe, tenê ji bo xweşikkirina helwesta xwe ye, lê piştî berjewendiyên wê pêk hatin, ew pabendî wan peymanan nabe. Bi wateyek din peymanên aştiyê gizêra ku ji bo misogeriya para xwe bi kar tîne, ye."

El Hadî destnîşan kir ku: “Îsraîl jî di serwerîkirina herêmên berfireh ji xaka Sûriyeyê cidî ye, ku parastina ewlehiya xwe ya neteweyî misoger bike. Dewleta Tirk jî hewl dide helwesta xwe ya leşkerî bi rêya dirêjkirina hebûna hêzên xwe li Sûriye û Iraqê xurt bike."

Parêzer û çalakvanê siyasî yê Sûriyeyî di dawiya axaftina xwe de got ku di hemû rewşan de dewleta Tirk dê tiştekî zêdeyî ya Amerîka jê re diyar bike, nebe. Li kêlek wê jî rola Îranê jî heye,  ji ber ku ew aliyê sêyemîn di peymana Astanayê de, li rex Tirkiye û Rûsyayê bû."

(dc)

ANHA