Jinên koçber tevî êş û zehmetiyan jî bi hêviya vegerê ne

Di konên koçberiyê de ku wan ne ji germa havînê û ne jî sermaya zivistanê diparêzin, jinên koçber ên ji Serêkaniyê zehmetiyên jiyanê derbas dikin. Tevî hemû zehmetiyan jî ji bo vegera ewle ya li warê xwe di nava têkoşînê de ne.

Jinên koçber tevî êş û zehmetiyan jî bi hêviya vegerê ne
Jinên koçber tevî êş û zehmetiyan jî bi hêviya vegerê ne
Jinên koçber tevî êş û zehmetiyan jî bi hêviya vegerê ne
Jinên koçber tevî êş û zehmetiyan jî bi hêviya vegerê ne
Jinên koçber tevî êş û zehmetiyan jî bi hêviya vegerê ne
Jinên koçber tevî êş û zehmetiyan jî bi hêviya vegerê ne
Jinên koçber tevî êş û zehmetiyan jî bi hêviya vegerê ne
24 cotmeh, 2025   05:50
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Di bin her konekê de serpêhateyek biêş veşartî ye. Li ser her rûyekî bîranên şer hatiye xêzkirin. Hîn jî koçberên Serêkaniyê yên di kampa Newroz a li Dêrikê de tevî hemû zehmetiyan li benda vegera ewle ne. Dixwazin dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajar û gundên wan werin derxistin, da ku bi ewle vegerin ser cih û warê xwe.

Jina 65 salî Diyala Mihemed a ji bajarê Serkaniyê û niha di bin konekî tenik de li Kampa Newroz dimîne, serpêhatiya xwe bi dengekî kelogirî wiha vedibêje: “Min di kêliyekê de 5 zarokên xwe winda kirin. Çeteyên DAIŞ’ê mala me ya li bajar mayîn kir û teqand. Tu kesî ji me çek hilnegirtibû.

Ji wê rojê ve ez bi tena serê xwe dijîm. Lingên min jê kirine, ez nikarim bimeşim. Di bin vê konê biçûk de rojên xwe derbas dikim. Min zarokên xwe, mala xwe û her tişê xwe winda kir. Heta pezê me jî hin kuştin û hin dizîn. Ji bilî bîranînan tu tiştekî min nemaye.”

Diyalayê destnîşan kir ku niha ew bi hin alîkariyên Heyva Sor a Kurd debara xwe dike û banga alîkariyê li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe pêk bînin û alîkariya koçberan bikin.

Diyalayê di berdewama axaftina xwe de got tevî hemû şert û mercan ew li ber xwe dide da ku vegere mala xwe ya li Serêkaniyê.

Di konekî din de jina bi navê Enûd El Salim a 35 salî bi hevjînê xwe û 5 zarokên xwe re dijî. Kurê wê yê mezin felc e û 14 salî ye. Enûd der barê rewşa xwe de ev tişt anî ziman: “Em 7 kes di bin vî konî de dijîn. Em ne germa havînê û ne serma zivistanê tehemûl nakin. Pêwistiya 2 zarokên min ên biçûk bi dermanan heye. Lê ne heqdestê bijîşkan û ne jî buhayê dermanan li gel min tune ye. Em nema diqedînin. Em dixwazin vegerin xaka xwe li Serêkaniyê. Zeviyên me yên çandiniyê li wir hene. Em ê bikarin li wir bi rûmet bijîn.”

Enûd di dawiya axaftina xwe de got zarokên wê bi şev nikarin xew bikin û pirsyar kir dê kengî vegerin warê xwe.

Tevî zehmetî û êşên di gotinên wê de jî dibêje çi dibe bila bibe ew ê rojekê vegere warê xwe.

(dc)

ANHA