Li Hesekê pirsgirêka çopê û şaredariyê soza çareserkirinê da
Li gelek taxên bajarê Hesekê aloziya kombûna çopê heye û li hember xizmetguzariya nebaş, belavbûna bêhna qirêj û kelmêşan hemwelatî bi gazin in. Lê şaredariya gel vê pirsgirêkê hildigire ser kêmbûna alavan û zehmetiya tamîrkirina wan û soz da ku tedbîrên lezgîn bigire û çopê rake.
Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka paqijiyê giran dibe. Çop li reyên sereke û hin taxan bi ser hev de kom bûye, hemwelatî ji vê rewşê nerazîne û gazinan dikin ku rewşa jîngeh û tenduristiyê xerab dibe û nexweşî belav dibin.
Di van hefteyên dawî de ev pirsgirêk, ji ber kêmbûna hejmara wesayîtên paqijiyê û derengmayîna sererastkirina wan derketiye holê. Her wiha ji ber nebûna fîk (zemrên erebeyan) ji bo hişyarkirina welatiyan, çop û qirêjî li kêleka rêyan û ber malan kom dibe, li rex vê yekê jî rûbera ximetguzariya bajarê Hesekê ku Rêveberiya Xweser pê radibe piştî rûxandina rêjîma Beas di 8’ê Kanûna 2024’an de firehtir bû, bi taybet ev taxên ku di bin kontrola rejîmê de bûn, ev serê deh salan e ku nehatibûn paqijkirin.
GAZINÊN WELATIYAN
Welatiyan nerazîbûna xwe ya li hemberî xemsariya li ser paşguhkirina rakirina çopê anîn ziman û bal kişandin ser zirarên tenduristî û jîngehê yên ku ji ber vê rewşê derkeve.
Welatiyê bi navê Ewad El Ewed got: "Paqijî nemaye û çop li ber malan kom dibin. Ji ber bêhn û kêzikan(kelmêşan) em nikarin di hundir de bihêlin. Ev yek ji bo tenduristiyê ne baş e, lewma em daxwaz dikin ku şaredarî demildest tedbîran bigire."
Her wiha El Ewad anî ziman ku ji ber germa havînê çop zû bêhina nebaş derdixe û got: "Ji ber wê pêwîstiya me bi dewriyeyên paqijkirinê yên rojane heye ku çopê ji taxan kom bikin."
Welatiya bi navê Fatme El Casim ji aliyê xwe ve diyar kir ku derengmayîna gera wesayîtên paqijiyê dihêle ku welatî çopa xwe derxin kolanê û ev yek jî dibe sedema pirbûna çopê di nava kolanan de.
Fatme got: "Hin caran erebe her sê-çar rojan carekê tên, ev yek dihêle ku em di nav çopê û bêhna nexweş de bijîn."
BERSIVA ŞAREDARIYÊ
Rêveberê beşa paqijiyê ya şaredariya Gel a Hesekê Seed Fewzî diyar kir ku pirsgirêk ji ber "kêmasiya teknîkî û xebitandinê derketiye", lê şaredarî ji bo çareserkirinê di nava kar de ye.
Fewzî bi bîr xist ku bajar gelekî berfireh bûye û wiha got: "Hejmara erebeyên paqijiyê êdî têrê nake. Hin carê erebe xerab dibin û komkirina çopê jî ji bo roja din tê paşxistin. Em hewl didin erebeyên heyî li gorî cihê pêwîst û cihên herî qelebalix belav bikin."
Fewzî bal kişand ser wê yekê ku şaredarî wê di dema bê de dest bi belavkirina nêzîkî 100 hawiyên (sendoq) nû li taxên qerebalix bike heta ku kamyonên pêwîst bên ewlekirin.
BANGA ALÎKARIYÊ
Fewzî di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re hevkariyê bikin û wiha got: "Em ji şêniyan daxwaz dikin ku hinekî bi sebir û birêxistinî tev bigerin. Çopê dernexin kolanê heya ku erebeyên paqijiyê dest bi gera komkirinê dikin."
Di nava gazinên welatiyan û xebatên şaredariyê yên ji bo dîtina çareseriyan de, hevgirtin û alîkariya civakî hêmanekî bingehîn e ji bo kêmkirina vê rewşa xerab.
(fr)
ANHA