Tê gotin Hemas’ê agirbestek du mehan qebûl kiriye

Li gorî rojnameya Şerq El Ewset ku agahiyên xwe ji çavkaniyên şopîner wergirtine, Tevgera Hemas’ê ber bi qebûlkirina agirbesteke nû li Xezayê ya du mehan ve diçe.

Tê gotin Hemas’ê agirbestek du mehan qebûl kiriye
3 tîrmeh, 2025   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Hemas’ê ji rojnameya Şerq El Ewset re gotin Hemas ber bi pêşniyara agirbestê li Xezayê ya du mehan ve diçe. Serokê Amerîkayê Donald Trump berî du rojan ragihandibû ku Îsraîlê bendên wî qebûl kirine.

Li gorî çavkaniyan ku nexwestine navên xwe aşkera bikin, tevgerê hin alî agahdar kirine ku ew an îşev an jî berbanga sibe (înê), dixwaze bersiveke "erênî" bide.

Çavkaniyên ji Hemas’ê got amadekariyên pîşeyî dewam dikin ew dişibe agirbesta berê ya di Çileyê de hatibû ragihandin.

Careke din çavkaniyan diyar kir ku hemû datayên Hemas’ê erênî ne û ew ji agirbesteke nû nêzîk dibin.

(fr)